Here naverokê

Ekîto

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji asûriyên Kurdistanê ku bi cil û bergên neteweyî li bajarê Dihokê Ekîto pîroz dikin.

Ekîto yan jî cejna ekîtoyê cejn û şahiyeke Kurdistanê ye ku ji aliyê asûrî û kildaniyên Kurdistanê ve her sal di navbera 1 û 12ê nîsanê de tê pîrozkirin.[1][2][3] Cejn bi şahiya ku ji 12e rojan pêk tê ji aliyê asûrî û kildaniyên Kurdistanê ve bi cil û bergên neteweyî, govend û rîtuelên bawerî tê pîrozkirin.[3]

Ekîto wekê cejna biharê û cejna sersalê ku di 1ê nîsana asûrî û babîlî de li Mezopotamyaya kevnar û ji bo pîrozkirina çandina ceh hatiye lidarxistin.[4] Şahiya babîlî bi kevneşopî di 4ê nîsanê, di yekem meha salê de wekê pîrozbahiya çandina cehê dest pê kiriye.[5]

  1. ^ ANHA (1 nîsan 2025). "Cejna Ekîto li Tirbespiyê hat pîrozkirin". ANHA. Roja gihiştinê 2 nîsan 2025.
  2. ^ "Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Ekîtoyê". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 2 nîsan 2025.
  3. ^ a b Welat TV (1 nîsan 2025), Duhok.. Ahengên Cejna Ekîto bi rê ve çûn, roja gihiştinê 2 nîsan 2025
  4. ^ "Akitu Festival - Livius". web.archive.org. 13 adar 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 adar 2022. Roja gihiştinê 2 nîsan 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ S. S. (1927). "The Babylonian Akitu Festival, Svend Aage Pallis. With 11 plates. Det kgl. Danske Videnskabernes Selskab. Historisk-filologiske Meddelelser. XII, 1". Journal of the Royal Asiatic Society. 59 (4): 895–897. doi:10.1017/s0035869x00059311. ISSN 1356-1863.