Here naverokê

Elî Larîcanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
عەلی لاریجانی
Image dans Infobox.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî (d)
-
Ali-Akbar Ahmadian (en)
Huseyîn Dehqan (en)
Member of the Expediency Discernment Council (d)
-
Speaker of the Islamic Consultative Assembly (en)
-
Gholam-Ali Haddad-Adel (en)
Mohammad-Bagher Ghalibaf (en)
Member of the Islamic Consultative Assembly (d)
Qom, Kahak and Jafarabad (en)
-
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî (d)
-
Saeed Jalili (en)
Member of the Expediency Discernment Council (d)
-
Chairperson of the Islamic Republic of Iran Broadcasting (d)
-
Mohammad Hashemi Rafsanjani (en)
Ezzatollah Zarghami (en)
Minister of Culture and Islamic Guidance (d)
-
Mostafa Mir-Salim (en)
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Fatima Masumeh Shrine (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
علی لاریجانیLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Îrana Pehlewî (en), ÎranLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Zanîngeha teknolojiyê ya Şerîf (en) (Bachelor of Science (en))
Zanîngeha Tehranê (Ph.D. (en))Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Sernavê rûmetî
Sardar (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Bav
Hashim Larijani (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Sadeq Larîcanî (en)
Mohammad-Javad Larijani (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Abdollah Javadi Amoli (en) (father's brother)
Morteza Motahhari (en) (father-in-law)
Ali Motahari (en) (brother-in-law)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Partiya siyasî
Islamic Coalition Party (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Şerên tevlêbûyî
Xwendekarê
Karim Mojtahedi (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêwirmendên doktorayê
Gholam-Ali Haddad-Adel (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Immanuel Kant, Saul Kripke (en), David Lewis (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
îmzeya Elî Larîcanî
Îmze

Elî Larîcanî (bi farisî: علی لاریجانی; jdb. 9ê hezîrana 1958an; li Necef, Iraqê[1] - m. 17ê adara 2026an; li Tehran, Îranê)[2] siyasetmedarekî îranî, efserê leşkerî yê berê û fîlozofeke îranî bû ku ji sala 2025an vir ve wekê sekreterê konseya bilind a ewlekariya neteweyî kar kiriye. Berê ji sala 2005an heta 2007an wî di vê heman erkê de wekê rayedarekî dewletê kar kiriye.

Di erka xwe yê di heyama sekreteriya di navbera salên 2005an û 2007an de ew wekî danûstandkarê sereke yê li ser mijarên ewlehiya neteweyî, tevî xebatên bernameya nukleera Îranê, kar dikir.

Kariyera siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Larîcanî fermandarekî berê ya Artêşa Pasdaran a Şoreşa Îslamî ya Îranê û şervanekî şerê Îran Iraqê (1980-1988) bû. Larîcanî di karên dewletê de pêşî wekê cîgirê wezîrê kar û karûbarên civakî xebitiye û piştre wekê cîgirê wezîrê teknolojiyên agahdarî û ragihandinê hatiye erkdarkirin.[3] Di adara 1994an de, ew li cihê Mihemed Haşimî Refsencanî, wekê serokê saziya radyo û televîzyonê ya Komara Îslamî ya Îranê hatiye erkdarkirin.[4][5] Elî Laricanî heta 21ê tîrmeha sala 2004an li ser erka xwe maye û piştî deh salên di vê wezîfeyê de, Ezzatullah Zerghamî cihê wî girtiye. Di tebaxa sala 2004an de ew bûye şêwirmendê ewlehiyê yê rêberê bilind Elî Xamineyî.

Larîcanî di hilbijartinên serokkomariya sala 2005an de bûye namzedê serokomariyê û bi qasê ji %5.94ê dengan di rêza şeşem ê hilbijartinê de maye û nehatiye hilbijartin. Di vê hilbijartinê de wekî namzedê serokatiyê yê herî girîng ê hevpeymaniya mihafezekar hatiye dîtin. Di heman hilbijartinê de ji aliyê komên din ên mihafezekar û her wiha civaka endezyarên îslamî ve hate piştgirî kirin. Ev hilbijartina dawî ya konseya koordîne kirina hêzên şoreşger ên mihafezekaran bû ku ji nûnerên hinek partî û rêxistinên mihafezekar ên bi bandor pêk hatibû. Elî Laricanî di sala 2005an de li cihê Hesen Rûhanî wekê sekreterê konseya bilind a ewlekariya neteweyî hate erkdarkirin ku ew dezgehek e ku di çêkirina polîtîkayên nukleerî û yên din de alîkariya Elî Xamineyî kiribû.[6]

Wezîrê berevaniya Îsraêlê Yisrael Katz di 17ê adara 2026an de bi fermî ragihandye ku sekreterê konseya bilind a ewlekariya neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di êrîşeke Artêşa Îsraîlê de jiyana xwe jidest daye.[7][8][9] Demek kurt piştî daxuyaniya Îsraêlê, peyameke bi destnivîs ku hatibû îdiakirin ku Larîcanî bi xwe nivîsiye hatibû weşandin. Di peyamê de hatibû gotin ku peyama roja berê ye û di peyamê de hatibû nivîsandin ku ji bo bîranîna deryavanên îranî yên ku di êrîşa Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dane û tê payîn ku merasîmên cenazeyên wan werin lidarxistin.[8][9] Piştre di heman rojê de, di roja 17ê adarê de rayedarên Îranê mirina Larîcanî piştrast kirine.[10]

  1. ^ "Iran-related Designations | Office of Foreign Assets Control". ofac.treasury.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 adar 2026.
  2. ^ "Israeli media say military targeted top security chief Larijani" (bi îngilîziya amerîkî). 17 adar 2026. Roja gihiştinê 18 adar 2026.
  3. ^ Samaha, Nour. "The Brothers Larijani: A sphere of power". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 adar 2026.
  4. ^ "Iran: media and the message. - Free Online Library". www.thefreelibrary.com. Roja gihiştinê 17 adar 2026.
  5. ^ "Rafsanjani's Exit from Power: What Next?". FRONTLINE - Tehran Bureau (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 adar 2026.
  6. ^ Kazemzadeh, Masoud (1 tebax 2007). "Ahmadinejad's Foreign Policy". Comparative Studies of South Asia, Africa and the Middle East (bi îngilîzî). 27 (2): 423–449. doi:10.1215/1089201x-2007-015. ISSN 1089-201X.
  7. ^ "ÎSRAÎLÊ KUŞTINA ELÎ LARÎCANÎ RAGIHAND". Channel8 (bi kanurîyî). Roja gihiştinê 18 adar 2026.
  8. ^ a b Correspondents, Ynet (17 adar 2026). "Israel confirms Larijani killed in Tehran safe house, Basij chief also eliminated". ynetglobal (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2026.
  9. ^ a b Fabian, Emanuel (17 adar 2026). "IDF confirms Iran's 'de facto leader' Ali Larijani killed in airstrike overnight". The Times of Israel (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0040-7909. Roja gihiştinê 18 adar 2026.
  10. ^ "Hûrgiliyên kuştina Elî Larîcanî diyar bûn". rudaw.net. Roja gihiştinê 18 adar 2026.