Elektromanyetîzm

Elektromanyetîzm an jî karomiqnatîsî yek ji çar hêzên bingehîn ên fizîkê ye.[1] Mîna gravitasyonê, însan dikare di heyata rojane de bi hêsanî wê hîs bike; lewma, ew wexteke dirêj e ku bi kûrahî tê lêkolînkirin û ew zêdetirî sedsalekê ye ku baş tê fêmkirin. Tesîra elektromanyetîzmê berpirsiyarê piraniya diyardeyên rojane ye, wekî ronahî, elektrîk û manyetîzmê. Bi hevkariya tesîra danûstandinê, ew pêkhate û taybetmendiyên atom, molekul û biring diyar dike.
Xala destpêkê ya wê lêkolînê, lêkolîna li ser hêzên di navbera barên elektrîkî de bû. Qanûna Coulombê ku tarîxa wê vedigere nêzîkî sala 1785an, wê hêza ku di navbera du barên xalî de kar dike, bi awayekî ku bi temamî dişibe qanûna gravîtasyonê a Newton, rave dike. Tesîra hêzên elektrîkî li ser barên dûr, bi riya têgeha qada elektrîkî tê ravekirin. Ew cure qad ne tenê ji hêla barên elektrîkî ve, lê herwiha ji hêla qadên magnetîkî yên ku bi wextê re diguherin ve jî têne afirandin; ew têgihiştin bi giranî tê veqetandin ji bo Michael Faraday. Herçend barên elektrîkî yên rawestayî wekî tiştên bêyî têkilî bi diyardeyên manyetîkî re xuya dikin jî, barê elektrîkî yê livok dibe çavkaniya qadeke manyetîkî; tiştekî ku Hans Christian Ørsted di sala 1820ê de keşf kiribû.[2] Eger barekî duyê di nav wê qadê de bilive, li gorî yasayên elektrodînamîka klasîk, ew rastî hêzeke manyetîkî tê; dema ku leza nisbî nêzîkî leza ronahiyê dibe, mezinahiya vê hêzê digihîje asteke nêzîkî hêza elektrîkî. Elektrodînamîka klasîk mesele a yekê a teoriya qadê ye ku prensîba nisbiyetê ya Albert Einstein pêk tîne. Eger elektrodînamîk tenê li hember veguherînên Galileo neguherbar bûya, dê diyardeya înduksiyonê û belavbûna pêlên elektromanyetîk çênebûna.
Bingehê teoriya elektrodînamîka klasîk digihîje James Clerk Maxwell; wî di sedsala 19an de, di nav wan hevkêşeyên Maxwell, têgihiştibû ku yasayên elektrîk, manyetîzm û ronahiyê ne tiştên ji hev ferq, lê aliyên cihêreng ên têkiliyeke bingehîn a yekgirtî, ango elektromanyetîzmê, ne.[3] Têkiliya elektromanyetîzmê ku bixwe encama yekxistina teoriyên têkiliyên elektrîkî û magnetîkî ye, ji sala 1967an û vir ve, ligel têkiliya lawaz, wekî têkiliya elektro-lawazê tê pênasekirin. Hewldan berdewam in da ku têkiliya bihêz jî di nav vê teoriya qada yekgirtî de bê bicihkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Biggs, Ben; nature, Jeremy Rehm Facts about the four fundamental forces that describe every interaction in (23 kanûna pêşîn 2021). "The four fundamental forces of nature". Space (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
- ↑ "History of the Electric Telegraph". Scientific American (bi îngilîzî). 23 sibat 1884. Roja gihiştinê 12 tebax 2026.
- ↑ Darrigol, Olivier (2000). Electrodynamics from Ampère to Einstein. Internet Archive. Oxford ; New York : Oxford University Press. ISBN 978-0-19-850594-5.