Eliyê Teremaxî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eliyê Teremaxî
Jidayikbûn1591
Teremax, Miks (Herêma Hekariyê)
Mirin1653
Teremax, Miks
EsilKurd
Hevwelatî Kurdistan
PerwerdeMedreseyên Kurdistanê
Zanîngeha Elezherê ya Misirê
PîşeZimannas, alim û wêjevan
BandorkerMele Mehmûdê Bazîdî, Mele Yûnisê Erqetînî
DînÎslam
biguhêreBelge

Eliyê Teremaxî (jdb. 1591 Teremax, Miks (Herêma Hekariyê) – m. 1653 Teremax, Miks) alimê Îslamê û zimannasê kurdî ye. Ew bi navê gundê xwe hatiye naskirin. Teremaxî yekemîn rêzimannivîs û pexşannivîsê kurd e[1]

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teremaxî ji gundê Teremaxê ye ku ev gund di navbera bajarê Hekarî û navçeya Muksê de ye. Ciyê jidayikbûn û mirina wî ev gund e. Di hinek berheman de wekî “Termûkî”, “Termûxî” û “Termakî” jî derbas dibe. Teremaxî piştî ku xwendina xwe ya medreseyê li deverên mîna Mûsil, Besra, Bexdad û zanîngeha Elezherê ya Misirê tamam kiriye, vegeriyaye gundê xwe û li wê derê ji bo dersdana feqiyan mizgeft û medrese ava kirine.

Di dema Eliyê Termexî de feqî û şagirdên kurdan di medreseyan de destûra zimanê erebî ji pirtûkên ku bi erebî hatine nivîsandin hîn dibûn. Lê Teremaxî bi armanca ku hînbûna destûra zimanê erebî ji bo feqiyên kurd yên ku hîn nû dest bi xwendinê dikin hêsantir bike, di sala 1000ê koçî de, ku beramberî bi 1591-1592 yê zayinî dike, bi kurmancî pirtûkek bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî Digel Hinde Nimûneyêd Farisî û Kurdî” nivîsandiye. Ev zimannasê kurd di vê pirtûka xwe de gava di hinek babetan de li ser rêçikên rêzimana erebî sekiniye, wekî muqayese rêçikên rêzimanê farisî û kurdî yên di wan babetan de jî diyar kiriye.

Dîroknasê kurd ê navdar Mele Mehmûdê Bazîdî di sala 1274ê koçî de, ku beramberî bi 1857-1858ê zayinî dike, pêşgotinek li ser vê pirtûkê nivîsandiye û pirtûk wekî destnivîsek teslîmî Qonsolosê Rûsî yê bajarê Erziromê Aleksander Jaba kiriye. Marif Xeznedar ev destnivîsa ku li Lenîngiradê di Pirtûkxaneya Amojgeha Rojhilatnasî ya girêdayê bi Akademiya Zanistî ya Sovyetê de bi hejmara C1958 hatibû qeydkirin, di sala 1971ê de bi dest xistiye û di eynî salê de bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî” li Bexdadê daye çapkirin.

Reşîd Findî, rêçikên ku Elî Teremaxî di vê pirtûkê de derbarê rêzimana kurdî aniye zimên, di pirtûka xwe ya bi navê “Eliyê Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e” (Bexda, 1985) de kom kirine û bê ku dest bide orijînala wan, bi alfabeya kurdî ya Başûr bi tîpên erebî nivîsandiye. Findî di vê pirtûka xwe de -çaxa ku ji navê wê jî tê fêmkirin- pêşniyaz dike ku Teremaxî wekî yekemîn rêzimannivîsê kurd bê damezrandin.

Elî Teremaxî di diyarkirina dîtinên xwe yên li ser rêçikên rêzimana kurdî de term û bêjeyên wê demê bi kar anîne, ku ev term û bêjeyên han bi giranî erebî ne. Çawa ku me got, Reşîd Findî jî dest nedaye tekstên Teremaxî û wan bi şiklê xwe yên orijînal tomar kirine. Lê kesê ku têra xwe di ziman û rêzimanê erebî de pispor nebe, mimkûn nîn e ku ji van gotin û term û bêjeyan fêm bike. Ji ber vî, me xwest ku em hem orijînala wan bi tîpên latînî binivîsînin hem jî wan wergerînin kurdiya nûjen. Em di vê nivîsa xwe de cih nadine nirx û şîroveyên li ser kêmasî û uslûban û em dest nadine mînakên orijînal yên ku Teremaxî bi kar anîne û Findî qeyd kirine. Lewra niyeta me ew e ku em di demek bê de hem vê xebata Teremaxî, hem jî xebata Yusuf Ziyadîn Paşa ya li ser rêzimana kurdî di pirtûkek de bicivînin û bi hûrgilî li ser wan bisekinin.

Pirtûk wî herî dawî ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve ji alfabeya erebî hatiye tipguhaztin ê ji aliyê PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî ve li Swêdê hatiye çapkirin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bilî Serfa Kurmancî bi navê

  • Qewlê Yekane,
  • Moriya Yaqut,
  • Kurêd Wetan (Welad)
  • Jiyîna Heqîqet û Xewn

berhem nivîsiye lê wendakirî ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 22 sibat 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  • Serfa Kurmancî, Mele Elî Teremaxî, Kurdî,  Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1997, 140 rûpel, ISBN 91-972779-4-0. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.