Elodîno
Elodîno mîtolojîya karaktereke lehengî ya kurd e ku tê bawerkirin di sedsala 16an de li herêma Botanê jiyan kiriye. Elodîno di gelek çavkaniyan de wekê Robin Hod hatiye binavkirin ku di serdema xwe de bi serhildanên xwe li hemberê mîran û bi bac ên ku li ser çemê Dîcleyê ji bo xizaniya ku gel di nav de bûn ji bazirganên dewlemend standiye, hatiye nas kirin.[1][2]
Mitolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Elodîno xorteke ciwan ê kurd bû ku li navçeya Bafê ya Şirnexê, di xaniyê ji kerpiçan a Emer Beg ji dayik bûye. Dema ku ew ji dayik dibe welat di nav xizaniyeke giran de ye ku ne perçeyek nan û ne jî tasek mast hebû. Li gel xizaniya li welat, mîr û dewlemed ên herêmê di nav jiyaneke dewlemed jiyana xwe berdewam dikirin. Elo dema ku li Dîcleyê dinihêrî digiriya. Diviyabû ji bo vê xizaniya ku ji aliyê siltan, mîr, beg û paşayan ve hatiye çêkirin de tiştek bikira. Li hemberî zilma mîran û li hemberî xizaniya ku mîr û dewlemendên li herêmê bûne sedem her ku diçe bi hêrs dibe û li rêyan digere ka çawa vê çûyînê biguherîne. Dema ku êdî sebra Elo namîne rojek hevalên li ser peravên Dîcleyê li xwe kom dike û li wan bang dike û ji wan re wiha dibêje:
"Dostên min ên delal, nanê me tunene ku em bixwin. Xelkê Botanê di nav xizaniyê de ne; paşa, mîr û xizmên wan di nav dewlemendiyê de dijîn. Sedemên van xizaniyan em nînin. Em najîn ku bacê bidin siltanê osmanî! Wekî din, mîrê botanê Mihmed Beg ji hemiyan zalimtir e." Bangawazî ya xwe berdewam dike û dibêje "Ma hûn nafikirin ku ev bazirganên ku bi şeraba xwe re di ser çemê Dîcleyê re ku dema bi keştiyên xwe derbas dibin li me dinêrin û ji bo rewşa me heqaretan li me nakin? Fikreke hatiye bîra min ku bi rojan e ez li ser difikirim, niha ez ê ji we re bêjim. Ez difikirim ku em ê ji îro pê de bacê ji bazirganên ku di ser çemê Dîcleyê re derbas dibin bistînin û li gelên me yên xizan belav bikin"[1]
Hevalên Elodîno vê fikrê êrînî dibînin û biryar didin ku di vê warî de ligel Elodîno bisekinin. Piştre Elo û hevalên wî biryar didin ku zincîrên mezin li çemê Dicleyê bidin ku keştiyên bazirganî û dewlemendan nikaribin di ser çemê Dîcleyê re derbas bibin. Bi vê yekê re bazirganên ku li ser keştiyan bazirganî dikirin, her gav şerabek sed salî ku li ser keştiyên xwe vedixwarin, dê bac li wan were birîn û li xelkê xizan ên Botanê were belavkirin. Ji ber ku ev hewldan kiryareke serhildan ên li dijî begê Mûsilê mîr Mihemed û waliyê Dîyarbekirê bû hinek ciwan beşdarî vê serhildanê nebûn lê ji xeynî vê yekê tişteke din tunebûn ku werin kirin. Mîr Mihemed Beg birçîbûna Botan paşguh dikir û siltanê osmanî bi bacên giran tevahiya nifûsa osmanî ber bi birçîbûnê ve dibir ku ji ber vê yekê, di vê serdemê de hejmara rêbirên ku bac ji bazirganan distandin pir zêde bibûn.[1]
Elo û hevalên wî bi şûrên tûj xwe girêdan, Çemê Dîcleyê zincîr kirin û ji bazirganan dest bi komkirina bacan kirin. Piştre bacên ku hatine komkirin li gelên xizan ê Botanê belav kirin. Bi vê yekê re Elo û hevalên wî di çavên gelê Botan de her ku diçûn lehengtir dibin û Elo li Keleha Bafê bi cih dibe ku demek dirêj bû desthilatdariya mîr Mihemed Beg û zordariya wî yê li ser li gel dikir qebûl nedikir.
Bazirganên mezin ji bo dîtina çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê li hev civiyan û rasterast ji hêla Mîr Mihemed ve li meclîsa xwe ya li Birca Belek ku li ser qeraxên çemê Dîcleyê, li Cîzirê ye, hatin pêşwazîkirin. Mîr Mihemed ji bazirganan re got:
"Hûn bizanibin ku Elo Dîno serweriya me nas nekiriye û wê nas neke jî. Bi her awayî, wî dîl bigirin û bînin Birca Belek. Ez vê destûrê didim we. Em ê tola we ji wî bistînin!"
Bazirgan û keştîkaran dest bi amadekariyan kirin da ku Elo bigirin diçin Amedê û li ser keştiyeke ku li wir amade kiribûn kon datînin. Di hundirê kon de, jineke ciwan a pir xweşik bi stûyê spî, çavên mezin û tûj û porê pêçayî, ligel tembûrvan û zurnevanan danîn. Atmosfereke "dîlanan û şahiyan" çêdikin û ber bi Keleha Bafê ve dişînin. Dema ku keştî ji Amedê gihîştin nêzîkî Kela Bafê, dengê def û zirneyan li çiyayan deng vedide. Xelkê Bafê ji hev dipirsîn, "Daweta kê ye?" û ti kes nizane bersiv nedin. Xelkê bajêr şaş dibin û bi matmayî li hev dinihêrîn. Li ser vê yekê Elo ji qesra xwe derdikeve, bazirganên di koma karwanê li nêzîkê qesra xwe dibîne. Dema wî ji bazirganan pirsî, "Ev daweta kê ye?" yek ji wan got, "Ev daweta we ye, begê min." Li Birca Belekê, begê Botan mîr Mihemed li ser rewş û halê we we pirsiye. Me li ber mîr jî li ser te suhbeteke baş kiriye. Mîr ji vê yekê gelek kêfxweş bû. Ji ber vê yekê, wî ev jina bedew ji bo te şandiye. Tu dizanî, ne pejirandina diyariya mîr ne adet e!"[1]
Ji ber ku Elo bi xwe jî herêma Botanê bû dizanibû ku redkirina diyariyan li dijî adetên Botanê ye. Wê şevê, Elo bi bazirganan re xwar û vexwar, bûka ku stûyê wê spî, çavên wê mezin û tûj û porê wê pêçayî bû, wek jina xwe ya qebûl dike û ligel wê li ser keştiya ku ew lê siwar bibûn kêf û şahiyên xwe dike. Şev bi ser Elo û jina bedew re derbas dibe Elo û jina bedew li ser keştiyê heta sibê radizên.
Li gorî mîtolojîyê Elo li qesra xwe ya li Bafayê ji ber ji ber bedewiya bûkê serxweş bû. Bazirganan têra xwe pere dabûn hevalên Elo û dema Elo di xew de bû, wan Elo ji bo bibin mîr li ser keştiyê siwar kiribûn. Berê sibê Elo ji nişkê ve şiyar dibe û li Birca Belek rastî kenê tirsnak ê mîr Mihemed tê.
Elo li wir dîl dikeve ew digirin dibin zindana Memê ya li Birca Belek ku demek Memê Alan têde hatibû girtin. Di zindanê de Elo rastî gelek işkenceyan tê ku li ser her du milên têne qol kirin. Li ser her du qolukên li ser milên wî du şamên vêketî datînin. Ji ber ku ev êş li nas tê her du çavên Elo sor dibin lê Elo nagirî. Di dema îşkenceyê de, Mîr Mihemed tê Zindana Mem. Bi çaveke ku gunehê wî bi Elo tê lê dinêre û ji pirs dike û ji Elo re dibêje "Ji vê zortir çi he ye Elo?" "Elo dibêje, erê he ye" mîr dibêje çi ye ew? Elo bi êşa birînen re bersiv dide "Rojekê, mêvanekî ji dûr ve tê mala te. Ew pir birçî ye û tenê taseke şîr ji te dixwaze. Ji ber ku şîr li malê tune ye, tu û jina xqe bêçare radiwestin û li hev dinêrin. Û mêvan rêwîtî ya xwe ya birçî, an jî ber bi mirinê ve didomîne. Ji vê rewşê zortir ev e" li ser vê gotinê çavên mir tijje dibin ji kesên ku îşkence li Elo dikin re dibêje "Îşkenceyê rawestînin û Elo berdin." Lê êdî pir dereng dimîne Elo ji ber birînên xwe li wir dikeve û dimire.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d e "Elo Dîno, Govend û Çîroka Wî". Arjen. 7 gulan 2015. Roja gihiştinê 27 îlon 2025.
- ^ Hîn Bûn (4 kanûna pêşîn 2019), Çîroka Robin Hoodê Kurd Elo Dîno, roja gihiştinê 27 îlon 2025