Elqaîde

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Elqaîde yan jî Elqaede (القاعدة anku bingeh, bi înglîzî al-Qaida yan al-Qaeda), rêxistineke tundîxwazên îslamî ye ku di 1988'an de hatiye damezrandin[çavkanî hewce ye]. Rêxistinê di 11'ê îlona 2001'ê de êrîş anîne ser bajarên New York û Washingtonê (DYA) û bi hezaran sivîlên amerîkayî kuştin. Êrîşa Elqaedeyê li dijî Amerîkayê yek ji sedemên cenga Amerîkayê li dijî rêxistinê û rejîma Sedam Huseyn li Îraqê bû. Dema sazkirina rêxistinê Usame bin Ladin serokê wê bû.

Li gorî çend çavkaniyan armanca wê derxistina "kafiran" ji welatên Îslamê ye[çavkanî hewce ye]. Wekî din dibêjin ku ew ne pabendî ti dada navneteweyî ye û ew sivîlan jî wek leşkeran dike hedefa êrişên xwe[çavkanî hewce ye]. Lêbelê agahiyên di derheq vê rêxistinê de gişk biguman in. Lewra bi destê dijminên wan ve tên belakirin. Ji ber wê hindê ne agahiyên piştrast in. Heta ku tê gumankirin ka gelo bi rastî rêxistinke bi vî awayî heye yan ne[çavkanî hewce ye]. Lewra ji hin hêlan ve tê dozkirin ku rêxistineke bi vî rengî tuneye[çavkanî hewce ye]. Tenê hêzên sîxûriyê yên dewletên wekî Îsraîl û DYA li ser navê vê bizava xeyalî daxwazên xwe yê hovane pêk tînin[çavkanî hewce ye].

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û DYA'yê rêxistineke terorîst e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]