Emel Mathlouthi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Emel Mathlouthi
Emel Mathlouthi li ser dikê, wêneyek ji mîhrîcana "Cabaret Frappé", li Fransayê (2012)
Jînenîgarî
Jidayikbûn11ê kanûna paşîn a 1982an (41 salî)
Tûnis, Tûnis
Cureyê muzîkêmuzîka cîhanê
Pîşebestekar, gîtarîst
Amûrgîtar
Malperemelmathlouthi.com
biguhêreBelge

Emel Mathlouthi yan jî Emal Meslûsî (bi erebî:آمال المثلوثي, Amal al-Mathluthi), z. 11ê rêbenanê 1982[1][2] stranbêj û bestekareka tûnîsî ye. Di çarçoveya bihara erebî de bi stranên xwe yên wek Ya Tounes Ya Meskina (Ey Tunîsa feqîr) û Kelmti Horra (Peyvên min azad in) bû dengê şoreşê li Tûnîs û Misirê.[3][4]

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hê gava xwendekar bû dest bi nivîsandina stranan kir. Di sala 2006'an de tevlî yekemîn bernameya berebaziya muzîkê ya erebî bû û rêza sêyemîn bi dest xist.[5]

Di çarçoveya şoreşa tûnîsî ya nava 2010-2011'an de ew li Tûnîsê bû û bi rêya konserdayînê tevlî xwepêşandanan bû.Piştre wê ji Fransayê ve piştgirî da şoreşê û gelek kilamên berxwedan û azadiyê amade kir.

Di sala 2012'an de wê yekemîn albuma xwe ya studyoyê ya bi navê "Kelmti Horra" (peyvên min azad in) da weşandin.

Emel Mathlouthi bi şîrovekirina stranên bi zimanên din jî tê nasîn: Wê kilama spanyolî ya Nací en Alamo (Li Alamo ji dayik bûm) ji nu ve şîrove kir, wergerande erebî û weke stranek li ser Filistînê xwend (Nací en Palestina, Li Filistînê ji dayik bûm).

Di nava kurdan de Emel Mathlouthi bi şîrovekirina kilama Ehmedo bi nav û deng bû. Balkêş e ku dengê hunermendê pir li stranê tê û xwediyê xortbûn û kûrahiyeke bêhempa ye. Herwiha, bi vê stranê Emel Mathlouthi him bala guhdarvanên xwe kişande ser rewşa gelê kurd, him jî ya kurdan kişande ser xwe. Ji wê rojê pê ve ew tevlî çend mîhrîcanên kurdî bûye û rastî gelek ecibandina kurdan tê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Présentation d'Emel Mathlouthi (Radio France internationale)
  2. Biographie d'Emel, ji orîjînalê di 23 tîrmeh 2013 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 19 tîrmeh 2013
  3. Varty, Alexander (12 tîrmeh 2012). "Vancouver Folk Music Festival performers use music to make a difference". Vanvouver Free Press. Ji orîjînalê di 14 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 30 tîrmeh 2012.
  4. Curiel, Jonathan (9 gulan 2012). "Emel Mathlouthi: The Arab Singer Who Inspired Tunisians in Revolution". KQED. Ji orîjînalê di 6 hezîran 2012 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 30 tîrmeh 2012.
  5. Biographie d'Emel Mathlouthi (Concerts.fr), ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 20 çiriya pêşîn 2012