Here naverokê

Emmanuel Adebayor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Emmanuel Adebayor
Jidayikbûn
Sheyi Emmanuel Adebayor Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

26 sibat 1984 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTogo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Futbolvan li ser wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.emmanueladebayor.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Emmanuel Adebayor (jdb. 26'ê reşemiyê 1984 li Lomé, Togo), lîstikvanê berê yê futbolê yê togolî ye. Ew di dîroka futbolê ya Afrîkayê de wekî yek ji êrîşberên herî serkeftî tê naskirin û di sala 2008'an de xelata "Futbolvanê Salê yê Afrîkayê" wergirtiye.

Adebayor dest bi futbola profesyonel li Fransayê di tîma FC Metz de kir. Paşê derbasî AS Monaco bû û li wir gihîşt fînala Lîga Şampiyonan (2004).

Ewropa û Tirkiye

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Adebayor di kariyera xwe de li yaneyên herî mezin ên cîhanê wekî Arsenal, Manchester City, Real Madrid û Tottenham Hotspur lîst. Di sala 2017'an de derbasî Süper Ligê bû û di tîma İstanbul Başakşehirê de lîst. Li wir di 76 maçan de 28 gol avêtin. Paşê di tîma Kayserisporê de jî kurtedemek lîst.

Tîmên ku tê de lîstiye

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tîma Neteweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Adebayor kaptan û golkerê herî mezin ê Tîma Neteweyî ya Togoyê ye. Wî di sala 2006'an de cara yekem û yekane tîma Togoyê bir Kupa Cîhanê. Ji bo tîma neteweyî 85 maç lîstine û 32 gol avêtine.

Serkeftinên Sereke

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Kupaya Şah (Copa del Rey) (1): 2010-11 (Real Madrid)
  • Futbolvanê Salê yê Afrîkayê (1): 2008
  • Lîsteya Salê ya PFA (1): 2007-08