Emmar kurê Yasîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
عمار بن ياسر.png


Emmar Kurê Yasîr an (Ammar bin Yasîr) Di dema pêxemberê me de ewul Emmar û malbata wî bi zilm û zordariya muşrîkan rû bi rû mane. Navê wî Emmar, navlêka wî Ebû Yakazan, navê bavê wî Yasîr, navê diya wî jî Sumeyye bû. Bavê wî ji Kahtanî bû. Welatê wî yê eslî Yemen bû. Yasîr ji Yemenê hatibû Mekeyê.

Bi xwe re her du kurên xwe Xaris û Malîk anîbû. Li vir bibû hevalbendê Kurê Mehzûman. Bi qerwaşa Ebû Huzeyfe re zewicîbû. Emmar ji vî zewacê hatibû dinyayê. Ebû Huzeyfe ji Emmar pirr hez dikir. Bi hev re weka nevî û kal bûn. Piştê mirina Ebû Huzeyfe li Mekkê dînê Îslamê pirr pêşve çûbû.

Dema Resûlê Xwedê (s.X.l) di mala Erqam de bû, Suheylê Rumî hatibû cem û bawerî bi Wî (s.X.l.) anîbû. Emmar hevalê Suheyb bû. Ji hev jî pirr hez dikirin. Demekî paşê Suheyb ji Emmar re behsa ola Îslamê dike û bi hev re diçin ba Resûlê Xwedê (s.X.l.). Ew jî bawerî bi Resûlê Xwedê tîne û dibe misilman. Pişt re Hz. Emmar ji malbata xwe re jî qala ola Xwedê dike. Bav û diya wî jî dibin misliman.

Dema Emmar Resûlê Xwedê (s.X.l) dît, li dora wî pênc xulam, du pîrek û Hz. Ebû Bekir (r.X.l.) hebûn. Piştê mislimanbûna Hz. Emmar hejmara mislimanan zêde bû. Lê xwe nîşan nedidan, ji ber vî sedemê Hz. Emmar wan baş nas nedikir.

Emmar li Mekkê, mirovekî bêkes bû. Diya wî qerwaş bû. Bavê wî ne ji Mekkê bû. Ji ber vî yekê, li bajêr ne mal û milkê wî ne jî eşîr û hêza wî hebû. Diya wî qerwaşa Kurê Mehzûman bû. Dema efendiyê wan mislimanbûna wan hîn bû, hêrs bû û li wan zilim kir. Bi rastî pirr kes bawerî anîbûn, lê ji ber bergiriyê baweriya xwe nîşan nedidan.

Di dîroka İslamê de şehîdê pêşîn diya Hz. Emmar, Sumeyye bû. Mêrê Sumeyye Yasîr jî ji aliyê zalimê Mekkê hatibû şehîdkirin.

Emmar rojekî ji Resûlê Xwedê re tedeya ku zalimên Mekkê anîbûn serê wî û malbata wî qal kir. Resûlê Xwedê (s.X.l.) jê re got: Sebir bike, sebir bike, hûnê bigihîjin qenciya Xwedê.

Rojekî din jî Resûlê Xwedê (s.X.l.) dema ji ber wan derbas bû û dît li malbata Emmar îşkence tê kirin, mizgîniya cennetê da wan.

Dîsa rojekî muşrîkên Mekkê bi xedarî zilum lê dikirin. Wî avêtin bîrê, tiştên ku heş nagire anîn serê wî. Hz. Emmar ji bo ji zilma neyar xelas bibe, hinek gotinên ku muşrîk pê kêfxweş dibûn anî ziman. Muşrîk jî ji ber wan gotinên Emmar pirr kêfxweş bûn û Emmar serbest berdan.

Sehabeyek di cih de gihişt Resûlê Xwedê (s.X.l.) bûyerê û gotina Emmar da zanîn. Resûlê Xwedê (s.X.l.) wusa got: "Emmar heta mixa nava hestiya xwe bi baweriyê tije ye."

Emmar bi vî awayê ji destê zaliman xelas bû û berê xwe da hizûra Resûlê Xwedê (s.X.l.). Vî bûyera ku ji serê wî derbas bû, jê re wusa qal kir: "Min avêtin xiza sor, min daleqandin nava bîrê. Ku li ser lat û uzza xweş biaxiviyama û di derheqê Resûlê Xwedê (s.X.l.) de nexweş biaxiviyama wê min azad bikirana, an jî min bikuştana. Min li rewşa wan mêze kîr dê vana min bikujin, ji ber ku xwe xelas bikim min hinek gotinên nebaş bê dil anî ziman.” Gava qala vana ji Resûlê Xwedê (s.X.l.) re dikir ji aliyekî din jî digiriya. Li ber vî bûyerê Resûlê Xwedê (s.X.l.) wusa ferman kir: - Emmar! Ji dilê xwe bipirse, tu xwe çawa dibînî?

- Ya Resûlê Xwedê! Dilê min ji ber îmanê bi hestên xweş tije ye.

- Emmar! Carekî din jî ew, tiştên wusa bînin serê te, weka wan bike. Li ser vî gotina Resûlê Xwedê (s.X.l.) ev ayet nazil bû:

"Kesê piştê baweriya xwe bibe kafir, - ji pêştirê kesê ku bi zorê lê hatibe kirin û dilê wî bi baweriyê ve be pê dilgerm be ne tê de- singê xwe ji kufrê re veke bi kufrê dixweş be, êdî xezebek ji Xwedê li ser wan e û ji wan re ezabekî mezin jî heye." (Sûreta Nehl/16).

Her çiqas zilm li ser Emmar hebûn jî, ji wir û pê ve kesê nedît ku Emmar wan gotinan got.

Dê û bavê Emmar şehîdên doza Îslamê yên yekemîn in. Ji ber wî, rûmeta Emmar û malbata wî di dîroka Îslamê de cihekî pirr mezin digre. Hz. Emmar şahidê şehîdkirina dê û bavê xwe bûye. Ji ber vî bûyerê baweriya wî zêde bû, li ber zilma muşrikan singê xwe jidand. Hz. Emmar li hember îşkence û heqaretên gawiran tu car di bin bandora wan de nema û bi sebrekî mezin berxwedanekî bêhempa nîşanê hemî dinyayê da. Di dilê wî de carekî baweriya Tewhîd cih girtibû, tu car neleqiya. Di bin cur be cur îşkence û lêdanan de diman. Carna wî bi rojan li ser xîzên germ ên çolê dihiştin. Carna wî dixistin nav avê, dixestin bifetise. Lê di kîjan rewşê de bibana jî berxwedanekî mezin nîşan dida û her dem gotina Tewhîd di zimanê wî de bû.

Hz. Emmar dema koçê Medînê kir, mêvanê Hz. Munzirê Kurê Ebdulmubeşşîr bû. Dawiyê Hz. Pêxember (s.X.l.) hat Medîneyê, Hz. Emmar û Hz. Huzeyfe Kurê Yeman kir bira. Hz. Emmar aboriya xwe bi erdê ku birayê wî yê misliman dabûyê derbas dikir.

Resûlê Xwedê (s.X.l.) di Medînê de pêşî dest bi çêkirina mizgeftê kir. Resûlê Xwedê (s.X.l.) û hevalên wî bi hev re di avakirina mizgeftê de dixebitin. Hz. Emmar hêza xwe tev xerc dikir, herkes kevirekî dianiya, lê wî du kevir dianiya û ev gotin ji devê wî kêm nedibû: "Em mizgefta mislimanan çêdikin…"

Ebu Seîd el-Xudrî wusa got: "Me tev ji bo mizgeftê kevirekî dikşand, lê Emmar du kevîr dikşand. Resûlê Xwedê dema wî dît, xweliya ser wî daweşand û jê re wusa got: "Wax Emmar wax! Tuyê ji aliyê komekî ewan werî kuştin. Tuyê wan gazî navên Xwedê bikî, lê wê ew jî te gazî dojehê bikin."

Carekê din jî, Resûlê Xwedê wusa gotibû: "Hey wax! Wê kurê Sumeyyê ji aliyê komêkî ewan were kuştin." Ji şerê Bedrê heta rêwîtiya Tebûkê, bi Resûlê Xwedê re beşdarê cîhadê bû. Di her şer de bi wêrekî mêraniya xwe derdixist holê. Tu car ji şerekî Resûlûllah paş de nema. Piştê wefata Resûlûllah jî, bi Hz. Ebû Bekir re bû, beşdarê hemî şerê wî bû. Dîsa di van şeran de, mêraniya xwe û wêrekiya xwe nîşan dida. Hz. Ebdûllah kurê Umer digot: "Di şerê Yermûkê de li hember murtedan min egîdekî dît ku êriş dikir nava murtedan û li hevalê derdora xwe re wusa digot: "Cennet li pêş e." Ez lê geriyam, min got ka ev egît kî ye, ji min re wusa hat gotin: "Emmar kurê Yasîr e." Ev egît di vî şerê de guhêkî xwe wenda kir."

Resûlê Xwedê ji Emmar hez dikir û wî diparast. Rojekî wî û Xalidê kurê Welîd gengeşî kir. Resûlê Xwedê bi vî gengeşiyê hesiya. Dema Xalid ji Resûlê Xwedê re giliya Hz. Emmar kir û gotinên nexweş jê re got, Hz. Emmar xemgîn bû û giriya. Li ser vî bûyerê Resûlê Xwedê wusa got: "Kî bi Emmar re neyartî bike bi Xwedê re neyartî dike. Neyarê Emmar neyarê Xwedê ye." Xalidê kurê Welîd berdewama vî bûyerê wusa tîne ziman: "Ez dema ji ba Resûlûllah derketim armanca min ev bû ku; bila Hz. Emmar min bibexşîne. Di rê de min wî dît, jê lêborîn xwest û wî min bexşand."

Hz. Emmar di dema Hz. Umer de bû parêzgerê Kufeyê. Hz. Umer ji bo tayina Hz. Emmar di fermana xwe de wusa got: "Fermandarê we Emmar e. Ebdullah kurê Mesûd jî cîgirê wî ye. Her du jî beşdarê şerê Bedrê bûne. Guhê xwe bidin wan, serî li wan bitewînin..." Hz. Emmar li wir salekî û neh meh bêkêmasî wezîfe xwe bi cih anî.

Demekî paşê navbera Hz. Emmar û dewlemendên Kufê xera bû. Dewlemendên wir dixwestin Hz. Emmar bikeve bin bandora wan, lê Hz. Emmar vî tiştê nepejirand. Ji ber vî yekê dewlemendên Kufeyê gazincên xwe ji Hz. Umer re şiyandin. Ji Hz. Umer re digotin, ew nikare îdareya Kufê bike, em jê re itaet nakin. Di dawî de Hz. Umer, Hz. Emmar ji wezîfê girt, di dewsa wî de Ebû Musa el-Eş'erî vebuht. Hz. Umer piştê ezlkirinê ji Hz. Emmar pirsî; - Tu ji ber bûyerê xemgîn bûy?

Hz. Emmar: -Wexta ku ez çûm, Kufeyê kêfxweş nebûm ku ji ezlbûna xwe xemgîn bibim.

Piştê şehadeta Hz. Usman misliman Hz. Elî wek xelîfe hilbijartin. Lê Muawiye li şamê xelîfetiya xwe îlan kir. Di dema Hz. Elî de Hz. Emmar herdem li kêleka wî cih girt. Di sala 661'an de artêşa Hz. Êlî û yê Muawiye li herêma Siffînê hatin pêşberê hev. Dîsa Hz. Emmar di nav artêşa Hz. Elî de bû. Di vî şerê de Hz. Emmar xîretekî pirr mezin nîşan da û bi can jî şer dikir.

Rojekî ji rojên Siffînê, roj hindik mabû biçe ava û şer bi tundî berdewam dikir. Dema fitariyê bû û Emmar bi rojî bû. Li derdora xwe mêze kir û wusa got: "Rizqê minê dawî yê li vî dinê bidin min!.." Ji wî re demek şûnda şîr anin. Emmar vî şîrê vexwar û wusa got: "Ez îro digihîjim hogiran, digihîjim Muhemmedê (s.X.l) xwe û hevalên xwe."

Hz. Pêxember (s.X.l.) ji wî re gotibû: "Emmar, rizqê te yê di dinya de yê dawî şîr e." Emmar, viya anî bîra xwe. Bi hêzekî xurt êriş li aliyê Muawiye kir. Ewanek ji ewanan Îbn-î Cadiye wî birîndar kir û wî xist xwarê û Emmar şehîd bû. Wexta ku Hz. Elî, pê hesiya xemgîn bû. Wusa got: "Ew jî weka bav û diya xwe gihişt mexfîreta Xwedê. Lewra Hz. Mihemed mizgîniya mexfîreta xwe dabûn wan." Dema şehîd bu nod û çar salî bû.

Hz. Elî nimêja wî kir û wî li Kufê binax kir. Di şerê Siffînê de, Ebdurrehmanê es-sûlemî di aliyê Hz. Elî de bûn. Şeva Hz. Emmar şehîd bû çû artêşgeha Muawiye. Jixwe dema êvarê şer diqediya, qasidê her du alî dihatin ber hev bi hev re dipeyivîn. Muawîye, Amr kurê el-As û Ebdullah kurê Amr el-As rûniştibûn bi hev re dipeyiviyan. Ebdullah Kurê Amr ji bavê xwe re got: -We çima Emmar kuşt? Qey hûn nizanin Resûlê Xwedê di derheqê wî de çi gotiye?

Amr el-As: -Çi ferman kiriye? -Dema mizgefta Medînê ava dibe, yê pirr dixebite Emmar e. Herkes kevirekî hildidan lê Emmar du kevir hildida. Resûlê Xwedê xweliya rûyê wî paqij kir û wusa ferman kir: -Herkes kevirekî hiltîne lê Kurê Sumeyyê du kevir heltîne, pê xêra wî pirr bibe. Lê tuyê ji aliyê civatekî har werî kuştin!

Amr gotina lawê xwe bihîst şaş bû. Muawiye ket nava van, rewşê xelas kir. - Me Emmar nekuştiye, kî wî aniye vir û yê ku herkes ji mala van û konê wan derxistiye şiyandiye vir wan wî kuştiye!

Hz. Emmar xwediyê sînçek sergewr bûn. Di jiyana xwe de li ber debdebe û kêfa dinyayê serî xwar nekir. Ji Xweda pirr ditirsiya. Ji fêsadiyê xwe diparast. Di jiyana xwe de sade û dilnizm bû.

Raketina li ser heriyê ji bo wî ji doşegê çêtir bû. Li diyar me, Hz. Emmar ji bo eqida xwe li hember zaliman çawa serî hilda li ber çavê xwe şehîdkirina dê û bavê xwe dît me qeyd kir. Hz. Emmar, di baweriya xwe de kûr û dilsoze, ferzê Îslamê şev û roj bi taet û îbadet derbas dikir. Îbnî Ebbas wusa got: " Ev ayet ji bo Emmar nazil bûye:

"Yê bi şev bi secdekirin û li piyan sitû xwar dike, ji (ezabê) axîretê ditirse, rehmeta Perwerdekarê xwe dixwaze bi yê kafir re yek dibe?" (Sûreta Zumer/9)

Bi rastî Hz. Emmar, tim di nav aramê de dijiya, di nimêja xwe de jî vî tiştê berdewam dikir. Ji bo doza Îslam bilind bibe û di rûyê êrdê de bibe serwer ji destê wî çi dihat dikir.

Xweda rehma Xwe lê ke.

Çavkanî[biguherîne]