Emmental

Emmental (bi kurdî: Wadiyê çemê Emme) navê herêmeke bi qot a Swîsrê ye û dikeve nava kantona Bernê.

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Emmental ji der û dora çemên Emme destpê dike û ji çiyayê Hohgant ber bi bajarê Burgdorf heya sînorên kantona Solothurnê ve diçe. Herwiha, Emmental xwediyê herêma îdarî ya bi heman navê ye jî. Pir caran navçeya berê ya bi navê Konolfingen jî wek perçeyeke Emmentalê tê hesibandin.[1] Bajarên herî mezin ên herêmê Burgdorf, Langnau, Sumiswald û Huttwil in. Dîmena herêmê ji mêrg û çêregehan pêk tê. Taybetiyeke din a vê herêmê qotên mil bi mil in. Li ser gelek qotan daristanên bi darên pelstrî hene.

Malên tîpîk ên Emmentalê

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cotkarên vê herêmê bi pirranî jiyana xwe bi ajaldariyê derbas dikin. Bi taybetî çêlek têne xwedî kirin, û bi şîra wan penara navdar a bi navê Emmentaler Käse (Penara Emmentalê) tê çêkirin. Ev penar ji bo vê herêmê taybet e û yek ji penarên herî bi nav û deng ên Swîsrê ye. Li çend gundên herêmê ev enar hê jî bi awayê kenveşopiyê tê çêkirin. Malên cotkariyê yên herêmê pir mezin û fireh in. Avadana ew malan ewqas mezin in ku li her milên çep u rastê pir nêzikî erdê ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]