Endamên derve yên koendama zaûzê ya mêyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Endamên derve, her wekî ji navê wan jî diyar e, li derveyê laş de cih digirin

Mêyekoendama zaûzê ji endamên derve û endamên navî pêk tê.

Endamên derve, her wekî ji navê wan jî diyar e, li derveyê laş de cih digirin. Endamên derve yê koendama zaûzê ya mêyê bi tevahî wekî vulva tê navkirin vulva ji beşên li jêr pêk tê[1]

-lêvên mezin

-lêvên biçûk

-devê zê

-devê mîzerê

-gilik (klîtorîs)

-perdeya keçinî

-rijênê Bartholin

-rijênê Skene[2]

Sê erkên sereke yê endamên derve yên mêyekoendama zaûzê heye.

1. Cotbûn û wergirtina sperman hêsan dikin.

2. Rê li ber hokarên nexweşiyê digirin ko endamên navî tûşê nexweşiyê nebin.

3. Li mêyan de hestê seksê peyda dikin.

Lêvên mezin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêvên mezin (bi latînî: labia majora) cotek pêkhateyên stûnî yên ji çerm in, ji binê girê rûv ber bi jêr dirêj dibin û endamên zaûzê yên derve dadipoşin û diparêzên. Derdora vulva bi lêvên mezin ve pêçayî ye. Di temenê pêgihîştînê de li ser rûyê lêvên mezin de dirêj dibin. Lêvên mezin ji çerm, bestereşaneya sist, lûsemasûlke û çewrî pêktê[3]. Herwisa lêvên mezin rijênên xwêdanê û rijênên çewrî jî lixwe digire[2]. Şaneyên lêvên mezin û yên tûrikê gun ji heman çavkaniyê peyda dibin. Ango lêvên mezin û tûrikê gun endamên homolog in[4].

Lêvên biçûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêvên biçûk (bi latînî: labia minora) li aliyê navî yê lêvên mezin de dirêj dibin.

Devê zêyê û devê mîzerê û gilik ji aliyê lêvên biçûk ve tên parastin. Lêvên biçûk tenik in û hê pirtir pigment lixwe digirin[5]. Her çiqas navên wan lêvên biçûk be jî, dibe ko di hin mêyan de lêvên biçûk ji yên mezin dirêjtir bin.

Li ser rûyê lêvên biçûk de mû cih nagirin lê lêvên biçûk rijenên xwêdanê û rijênên çewrî lixwe digirin[6]. Beşek ji lêvên biçûk çermê gopika gilikê pêk tîne. Levên biçûk ji şaneya pêşeng a mîzerê peyda dibin[7]. Li dij temas û pestoyê, hestiyariya lêvan gellek zêde ye[3].

Gilik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gilik an jî zîlik (bi înglîzî: clitoris) endama herî hestiyar e di nav endamên derve yê mêyekoendama zaûzêyê de[8]. Gilik wekî gopikek biçûk xuya dibe. Li jorê devê mîzerêyê, li cihê ko herdu serên lêvên biçûk digîhêjên hev de cih digire. Gilik bi çermek dapoşî ye û lûsemasûlke û şaneya repker lixwe digire. Şaneyên çûkê û yên gilikê ji heman çavkaniyê ne[5], ango çûk û gilik endamên homolog in, lê gilik coga mîzerê lixwe nagire. Gilik gellek demarên hestê lixwe digire, loma navend e bo hankirina peydabûna hestê seksê li mêyan[9]. Dema lî mêyê de hestê seksê peyda dibe, şaneya repker a gilikê bi xwîn tije dibe û diwerime[10]. Li hin deverên Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asya ligel mirovê nêr, mirovên mê jî tên sinetkirin (xetenekirin) [11]. Xetenekirina mêyan li hin deverên Kurdîstanê jî rû dide. Bi gelemperî xetenekirina mêyan ji jêkirina gopika gilikê pêk tê. Hin caran jî li gel gilikê lêvên biçûk jê tên jêkirin. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) tu feydeya sinetkirinê ji bo tendustiriya mêyan tune, loma WHO li dij sinetkirina mêyan e.

Perdeya keçinî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perdeya keçinî li hemû mêyan de ne yek e.

Di hundirê coga zêyê, li nezikê devê zêyê de perdeyek tenik heye, ev perde wekî perdeya keçinî (bi latînî: hymen) tê navkirin. Perdeya keçini perdeyek yekpare nin e, hinek beşên wê qul e[5]. Bi vî awayê xwîn û hêka nepîtandî her meh ji zêyê tê derkirin. Gava cara ewil çûk dikeve nav zêyê, bi gelemperî perdeya keçinî diqelişe û hinek xwîn ji dalana zêyê tê derdan. Hin caran dibe ko perdeya keçinî piçek stûr be an jî piçek qaîşokî be û dema cotbûna ewil de neqelişe. Ango dibe ko mirov keçîn (bi înglîzî: virigin) be, tu car bi kesî re neketibe nav têkiliya seksê, lê disa jî di têkiliya seksê ya ewil de perdeya keçinî neqelişe û xwîn neye.

Rijenê Bartholin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rijênên Bartholin an ji rijênên dalanî cotek rijên in. Li jêrê herdu aliyên devê zêyê de cih digirin. Devê zêyê di navbera devê mîzerê û zotikê de cih digire. Her rijênek bi qasî nokek mezin e. Rijênên dalanî lincemade (bi înglîzî: mucus) der didin nav zêyê. Bi taybetî gava hestê seksê lî mêyê de zêde dibe, derdana van rijênan jî zêde dibe û vulva şil dibe[2]. Dema têkiliya seksê de ji ber derdana rijênên dalanî devê zêyê şil û xijok dibe bi vî awayê çûk hêsantir dikeve nav zêyê.

Rijênê Skene[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herdu aliyên devê mîzerê de rijenên Skene cih digirin. Rijenê Skene homologê rijênê prostatê ye. Her wisa ev rijên wekî prostata mêyan jî tê navkirin. Rijênê Skene derdana xwe ber dide nav mîzerêyê[12]. Derdanên rijênê Skene mîzerêyê li dij hokarên nexweşiyê diparêze.

Devê mîzerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devê mîzerê di navbera gilik û devê zêyê de cih digire. Berevajiyê nêran, di laşê mêyan de hêk û mîz ne di heman rêyê de tên avêtin. Hêk ji zêyê, mîz jî ji mîzerêyê tê derkirin.

Girê rûv[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li jorê vulvayê, pêkhateyek heye bi navê girê rûv an jî girê venus (bi latînî: mons pubis/ mons veneris). Girê rûv çînek stûr a şaneyê çewrî lixwe digire û mîna laîfek kar dike. Di dema cotbûnê de hestiyê rûv û vulvayê diparêze. Girê rûvê mirovên pêgihîştî bi mûyan dapoşrav e û şeweyê sêgoşeyî ye[3].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  2. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ a b c Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  4. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "vulva". Encyclopedia Britannica, 27 May. 2020, [1]. Accessed 26 December 2021.
  7. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  9. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. ^ https://www.who.int/news-room/fact-sheets/detail/female-genital-mutilation
  12. ^ Moalem S, Reidenberg JS. Does female ejaculation serve an antimicrobial purpose? Med Hypotheses. 2009 Dec;73(6):1069-71. doi: 10.1016/j.mehy.2009.07.024. Epub 2009 Sep 18. PMID: 19766406.