Epîlepsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Epîlepsî (bi grekî: επιληψία, epilepsía, bi latînî: epilepsia) nexweşiyeke neurolojîk e. Bi kurdî jê re dibêjin bêhişî ya .

Ji sedemên tevlîhev ên mejî tê. Zêdebûna elektrîkê di fonksiyonên mejî û xerabûn di têkiliyên navbera beşên mejî bingeh in. Di hinek mînakan de sedî sed sedem û çareserî nayê zanîn. Nexweşî xwe bi krîzên nebirêkûpêk ên ji nişka ve rûdidin dide der. Pirranî nexweş bo demekê ji hişarê dikeve, jixweve diçe. Di hin mînakan de dipelpite û kef ji dev tê.

Li Kurdistanê di krizên epîlepsiyê de pîvazê didin ber pozê nexweş daku li hişarê vegere. Ev rêbaz çendîn bikêr e nayê zanîn.

Hin sedemên ku epîlepsiyê ditetikînin[biguherîne]

  • Kêmasiya vîtamîna B6
  • Zêdebûna kronîk a tîna laş
  • Menenjît hwd nexweşiyên neurolojîk ên piştî jidayîkbûnê
  • Hin cureyên tûmorên neurolojîk
  • Sawên mezin
  • Îşemî ya mejî, angi kêmxwîngirtina mejî
  • Di bicanîbûnê de bikaranîna elementên nelirê ya dê
  • Bûyerên bixetere, nelirê yên di jidayîkbûnê de, wekî kêmgirtina oksîjenê hwd

Epîlepsî pirranî di 6 saliyê de destpêdike. Hin nexweş dema bêhneke biyan digirin dikevin pêla krîzê. Hin jî dema televizyonê temaşe dikin, krîz destpêdike. Lê ev mînakan ne standard in.

Terapî[biguherîne]

Heger krîz li pey hev tên û ji 20 dq zêdetir didomin divê sedî sed mirov bang li ambûlansê bike. Bijîşk bo terapiya destpêkê ji koma Antikonvulsiva ya ji malbata Benzodiazepine dermanan bikartînin. Nirxên EEG dide, rêbaza terapiyê kivşe dike[çavkanî pêwîst e].

Heger ev şertana hebin, serkeftin di terapiyê de zêdetirî 70% ye[biguherîne]

  • Nirxên EEG û testên din dide nîşandan ku derman bikêr tên
  • Heger li nexweş tenê cureyekê pêlên krîzê peyda ye
  • Heger ji 2-5 salan virde ye êdî krîz nayên
  • Heger piştî ewçend krîzan di hiş û sîstema neurolojîk a nexweş de xerabûn nîne

Heger hîç rêbazek bikêr nayê û prognoz nebaş e, hin operasyon tên kirin. Bo mînak bi hêza elektrîkê hin cihên kana problemê ne tên tunekirin hwd.

Çavkanî[biguherîne]