Erdheja Licêyê 1975

Erdheja Licêyê 1975
38°28′Bk 40°43′Rh / 38.47°Bk 40.72°Rh / 38.47; 40.72
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Erdheja Licêyê 1975 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdheja Licêyê 1975
Erdheja Licêyê 1975

Erdheja Licêyê 1975 yek ji erdhejên li Kurdistanê bûne ye. Di 6ê îlonê 1975ê, katjimêr 12:20ê de li Licê û gundên wê rûdaye. Bi qasî 23 çirke berdewamkiriye. Gorî çavkaniyên fermî yên Romê (Tirkiye), hêza erdhejê 6,6 richter bûye.

2.385 kesan jiyana xwe jidest dane, bi hezaran kes jî birîndar bûne. 8.149 avahiyan ziyan dîtine. Tirkiyeyê di demê de ti alîkarî neda mexdûran. Gel bi hêza xwe û alîkariya kurdan devedorê li çareya serê xwe digere.

Bandora erdhejê xwe li Erxenî, Farqîn, Hênê, Hezro, Pasûrê jî dide der. Li van deran jî li dora 20 hezar avahî ziyanê dibînin, gelek kes jiyana xwe jidest didin.

Ziyana erdhejê, kêm be jî, li Riha, Mêrdîn, Sêrt, Mûş û Mezrayê dikeve. Kurd dewletê protesto dikin ku çima alîkariyekê nade. Bi vê mebestê meşekê tê lidarxistin. Gel 3 rojan berî bi Enqereyê dimeşe.

Dîsa alîkariyê nadin kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

YKSS, Îtalya, Almanya, Fransa, Îran, NY alîkariya diravê didin. Dibêjin bi wan alîkariyan dikaribûne 50 hezar avahî bên çêkirin.

Xaça sor a Japonê 10 hezar Dollar, saziya veguhastina hewayî ya Îranê 500 hezar Riyal, DYA 25 hezar Dollar, fîrmaya petrolê Shell 500 hezar Lira alîkariyê didin Tirkiyeyê daku bide mexdûran. Lê ev alîkarî nayên dayîn. Bi salan şûnde dewlet li hin gundan çend xanî û bareqeyan çêdike.