Erdheja Milazgirdê 1903

Erdheja Milazgirdê 1903
39°08′Bk 42°39′Rh / 39.14°Bk 42.65°Rh / 39.14; 42.65
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Erdheja Milazgirdê 1903 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdheja Milazgirdê 1903
Erdheja Milazgirdê 1903

Erdheja Milazgirdê 1903 an erdheja Kelê, erdheja 29ê nîsanê 1903, katjimêr 01:46ê de li parêzgeha Mûşê, di axa Milazgirdê (Kelê) de rûdaye ye.

Hêza erdhejê gorê tomarkirinên navneteweyî, 6,7 richter bûye. Erdhejê de li navenda Milazgirdê 600 kesan jiyana xwe jidest dane. Hêjmara birîndaran jî gelek bûne. Bi giştî nêzîkê 3.000 kesan jiyana xwe jidest dane.

Kîjan rast e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin çavkaniyan de roja erdhejê 24ê nîsanê 1903 hatiye nivîsîn. Bi texmînî ev rast e, lewra wê demê heya nûçe bigîhîşta rojnameyan 1-2 roj derbas dibû. Û tê gotin hejmara miriyan tenê li navenda Milazgirdê 600 kes bûye, bi giştî 2.626 bûye. Pirraniya wê ji gundên Milazgirdê û Kopê bûne.

Hêj jî li ser tê axavtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdhejê bandora xwe li gundên Kop û herêma Xandilîsê jî daye. Di nava gel de hêj jî behsa vê erdhejê tê kirin.[çavkanî hewce ye] Dibêjin ava Mûradê ji wê rojê ve hinekê miçiqiye, berê zêdetir bûye. Li ser erdhejê dengbêjên herêmê stran çêkirine. Minareya mizgefta Kelê ketiye xwarê (dibe ku di erdhejeke din de be).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]