Erdheja Myanmarê 2025
Erdheja Myanmarê 2025 | |
---|---|
![]() Avahiyeke wêran li Mandalayê (Myanmar). | |
22°00′47″Bk 95°55′19″Rh / 22.013°Bk 95.922°Rh | |
Dewlet | Myanmar ![]() |
Hejmara miriyan | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |

Erdheja Myanmarê erdhejeke bi hêz e ku di 28ê adara 2025an de bi lerza 7,7 Mw li Myanmarê pêk hatiye.[1][2] Erdhej saet di 12:50:54 MMT (06:20:54 UTC) de li herêma Sagaing a Myanmarê ku navenda wê nêzîkî duyem bajarê herî mezinê welat Mandalay çêdibe. Li gorî pîvana Mercalli (MM) heja erdhejê gihîştiye heja tundiya herî bilind a IX (nehan).[3] Zelzeleya herî bihêz e ku ji sala 1912an vir ve li Myanmarê pêk hatiye û ji serxwebûna Myanmarê ya ji sala 1948an vir ve erdheja herî kujer ê li Myanmarê ye.[4] Ji ber erdhejê li Myanmarê û li Taylenda ya cîran zirareke mezin çêbûye.
Di erdhejê herî kêm 3.650 kes li Myanmarê û 10 kes jî li Taylendayê jiyana xwe jidest dane.[5] Di heman de ji ber erdhejê de zêdeyî 4.610 kes jî birîndar bûne. Hatiye ragihandin ku bi sedan kesên din winda bûne ku di nav wan de kesên di avahiyeke ku qonaxa avakirinê de ku li Bangkokê hilweşiyaye û ji ber awaya jeolojîk ku ji pêlên erdhejê yên ji dûr ve bandora erdhejê zêdetir dike û nebûna hayjêbûna erdhejan, metirsiya windahiya mirovan zêde dike.[6] Ji 28ê adarê ve ji aliyê rayedarên welat ve rewşa awarte hatiye ragihandin û rayedarên welat pêşbînî dikin ku hêjmara miriyan zêde bibe.[7][8] Şerê navxweyî ya ku li Myanmarê berdewam dike, gihiştina alîkariya karesatê ji bo herêmên erdhejê girantir kiriye.[9]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Myanmar bi 2 erdhejên mezin hejiya". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Myanmar - Zêdetirî hezar kesî mirin û 376 kes jî birîndar bûn". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "M 7.7 - 2025 Mandalay, Burma (Myanmar) Earthquake". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 29 adar 2025.
- ^ Saltman, Ross Adkin, Lex Harvey, Edward Szekeres, Hassan Tayir, Todd Symons, Rob Picheta, Sophie Tanno, Olivia Kemp, Elise Hammond, Max (28 adar 2025). "March 28, 2025: Magnitude 7.7 earthquake in Myanmar". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Lau, Ross Adkin, Chris (29 adar 2025). "Live updates: More than 150 dead in Myanmar earthquake, rescue efforts underway". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Earthquakes in Thailand—Is Bangkok at Risk?". www.verisk.com (bi îngilîziya amerîkî). 9 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 29 adar 2025.
- ^ "Myanmar Earthquake Highlights: 154 Dead, 800 Injured Amid Rescue Efforts; India To Send Humanitarian Aid". News18 (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 adar 2025.
- ^ Olarn, Ross Adkin, Alex Stambaugh, Kocha (28 adar 2025). "Myanmar's military junta makes rare plea for help after powerful earthquake kills scores". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Myanmar at a glance: Embroiled in civil war, now facing more devastation after powerful earthquake". AP News (bi îngilîzî). 28 adar 2025. Roja gihiştinê 29 adar 2025.