Erdheja Çewlîgê 2003

Erdheja Çewlîgê 2003
39°01′Bk 40°28′Rh / 39.01°Bk 40.46°Rh / 39.01; 40.46
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Erdheja Çewlîgê 2003 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdheja Çewlîgê 2003
Erdheja Çewlîgê 2003

Erdheja Çewlîgê 2003, erdheja ku sala 2003 li parêzgeha Çewlîgê dibe ye. Çewlîg jî wekî Ezirgan, Gimgim, Xinûs, Wan li ser xeta bixeter a erdhejê ye.

Erdhej di 1'ê gulanê 2003, katjimêr 03:27'ê de rûdide. Hêza wê 6,4 richter bûye. Di erdhejê de gorî tomarkirinên fermî 176 kesan jiyana xwe jidest dane, gelek jî birîndar bûne. 625 avahî ziyan dîtine.

Dibistana asîmîlasyonê bû gora xwendekaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, dibistanên sitarê (tr. yatili okul) hene ku armanca dewletê ew e, di van dibistanan de zarokên kurd asîmîle bike, têkiliyên wan bi civaka kurd û daxwazên kurdan re qut bike. Di erdheja Bîngolê ya sala 2003'yê de ji van dibistanan yek hildiweşe 84 xwendekar jiyana xwe jidest didin.

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]