Erebê Şemo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Erebê Şemo
Arap Shamilov.Jpeg
Navê rastî
Arab Şamoevîç Şamîlov
Jidayikbûn 23ê çiriya pêşîn a 1897an
Mirin 21ê gulana 1978an (80 salî)
Êrîvan, Yekîtiya Sovyetan
Esil Kurd
Hevwelatî  Yekîtiya Sovyetan
Pîşe Nivîskar
Dîn Êzîdî
Xelat Order of Red Banner ribbon bar.png Order friendship of peoples rib.png 100 lenin rib.png 50 years saf rib.png
Arap Shamoevich Shamilov Signature.jpg
biguherîneBelge

Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov (bi rûsî: Араб Шамоевич Шамилов, lat. Arab Şamoevîç Şamîlov; z. 23 çiriya pêşîn a 1897 li Qersê − m. 21 gulana 1978 li Êrîvanê) nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye.

Jiyan

Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû. Şemo di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.

Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.

Arab Shamilov's plaque, Yerevan.jpg

Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kir û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anî. Wan di sala 1929'a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ ("Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî") çap kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.

Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 - 1954an de tam 17 salan li Sibirya'yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Mariya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.[1]

Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.

Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”

Berhem

Roman

Şano

  • Koçekê Derewîn, 1930

Çîrok

  • Hikayetên Gelê Kurd, 1967
  • Kurdên Elegezê, 1936

Meqale

  • Pırsa Derheqa Feodalizme Nava Kurda da, 1936
  • Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê, 1930
  • Çirûskên Şoreşa Oktobirê, 1972
  • Kolxoz û Kara Wê Ji Gundiyan re, 1930
  • Şerê Tarîlka, 1972

Senaryo

  • Kurdên Ermenistanê, 1959 [2][3]

Jînenîgarî

  • Emrê Lenîn, 1930

Çavkanî

  1. Kovara Çira, hejmar 6, havin 1996, r.14 "Çend Rûpel ji jiyana Ereb Şamilov/Wezîrê Eşo"
  2. Араб Шамилов
  3. Հայկ Խաչատրյան Գրական տեղեկատու Սովետական գրող 1986 էջ 423-424]

Girêdanên derve