Here naverokê

Erebên Tirkiyeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Erebên Tirkiyeyê
Nexşeya xwecîhen Ereb li Tirkiye
Gelhe tevahî
1.500.000 (Hevwelatî)[1][2]
3.600.000 (Koçber)[3][4][5]
7.000.000 (texmîn)[6]
9.000.000 (gorî Yasin Aktay)[7]
Ziman
Zimanê dayikê: Erebî,
zimanên din:
zimanê tirkî, Zimanê kurdî
Baweriya dînî
Îslam - sunîtî - Elewîtî

Erebên Tirkiyeyê (bi erebî: عرب تركيا‎) tê wateya 1,5-2 milyon welatî û niştecihên Tirkiyê ku bi eslê xwe ereb in. Ew piştî kurdan[8][9][10] û çerkez[11][12][13][14][15] li welêt kêmîneya herî mezin in li welêt û li çend parêzgehan li başûrê rojhilatê Anatolyayê ne. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de, gorî peşbinîyan heya 4 milyonan penaberên sûrî koçberîya Tirkiyê kirin.[16]

Paşîya wan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bilî civakên mezin ên Erebên biyanî û Tirk ên li Stembolê û bajarên din ên mezin, piraniya wan li başûr û başûrê rojhilat dijîn.[17]

Erebên Tirkiye bi piranî Misilman in ku li ser sînorê başûrê rojhilatê bi Sûriye û Iraqê re lê li herêmên peravên Behra Spî jî li van parêzgehên: Êlih, Bedlîs, Entab, Xetay, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Mêrsîn û Edeneyê dijîn . Gelek eşîrên Bedewiyan, ji bilî Erebên din ên ku li wir bi cih bûne, beriya ku eşîrên Tirk di sedsala 11an de ji Asyaya Navîn werin Anatolyayê, hatine. Gelek ji van Ereban bi Erebên Sûriye û Erebistana Siûdî re, bi taybetî li bajarê Reqa, têkiliyên wan hene. Civaka Ereban li Tirkiyeyê ketiye bin siyasetê tirkbûnê, lê hinek ji bilî tirkî bi erebî diaxivin. Di peymana Lozanê de herêmên berfireh ên ku di nav axa Sûriyê ya Osmanî de bûn, bi taybetî li wîlayeta Helebê, radestî Tirkiyê kir.[18]

Ji xeynî nifûseke girîng a Sunnî ya Şafiî, nêzîkî 300.000 heta 350.000 elewî ne[19] (cuda ji Elewîtiyê). Nêzîkî 18,000 Xristîyan in[20] bi piranî ji Dêra Ortodoks a Yewnanî ya Entakyayê ne. Li Xetayê û deverên din ên Tirkî yên Wîlayeta Helebê ya berê jî hindik cihûyên Ereb hene, lêbêle ev civak ji dawiya salên 1940 re ve pir kêm bûye, bi piranî ji ber koçberiya ber bi Îsraêl û deverên din ên Tirkiyê ve.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêr Îslamê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Mezopotamyaya Jorîn û beşên wê (Diyarbekr, Diyar Mudar, û Diyar Rebîa), di dema xelîfeyên Emewiyan û Ebasiyan de.

Hebûna Ereban li devera ku jê re Asyaya Biçûk dihat gotin, vedigere serdema helenîstî. Xanedaniya Ereban a Abgariyan mîrên Padîşahiya Osroene bûn, ku paytexta wê li bajarê kevnar Edessa (bajarê îroyîn ê Rihayê) bû. Li gorî Retsö, hebûna Ereban li Edessa ji sala 49 PZ ye.[21] Wekî din, nivîskarê romî Pliny the Elder şêniyên Osroene wekî Ereb û herêmê wekî Erebistan nav dike.[22] Li Çiyayên Tektek e nêzîk, Ereban ew kirine cihê waliyên wan.[23] Kesayetekî ereb wekî destpêkê yê ku li Anatolya bi pêş ketiye rêzimannasê sedsala 2mîn Phrynichus Arabius e û bi taybetî li parêzgeha Romayê ya Bîtynyayê. Mînakek din, siyasetmedarê Romayî ya sedsala 4an bi nav Domitius Modestus e ku ji hêla împerator Julian ve ji bo wezîfeya Praefectus urbi ya Konstantînopolîsê (Stembola îro) hate tayîn kirin û di bin împerator Valens de, ew bû Prefektê Rojhilatê Pretorian ku cihê wî jî li bajarê Konstantînopolîsê bû. Di sedsala 6an de, helbestvanêkî navdar ya Ereb, Îmru'l-Qais di dema împeratorê Bîzansiyan Iûstînianos I de çû Konstantînopolîsê. Di vegerê de tê gotin ku ew miriye û li Ancyra (Enqereya îroyîn) li Herêma Anatolya Navîn hatiye veşartin.[24]

Serdema îslamê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di fethên îslamî yên destpêkê de, kampanyayên serketî yên Xîlafeta Reşîdûn li Levant dibe sedema hilweşîna Xesanîyan. Padîşahê dawî ya Cebela îbn el-Eyham bi qasî 30.000 peyrewên Ereb karî xwe ji cezakirina Xelîfe Umer dûr bixe û xwe ber bi warên Împeratoriya Bîzansê ve bibe.[25] Qral Cebalah îbn el-Aiham li Konstantînopolîsê[26] hikumeta sirgûnê ava kir û heta mirina xwe di sala 645an de li Anatolya jiya. Piştî dagirkirina misilmanên destpêkê, Asya Biçûk bû qada sereke ya şerên Ereb-Bîzans. Di nav wan Erebên ku di şeran de hatin kuştin de, Ebû Eyûb el Ensarî sehabeyê pêxemberê îslamê Mihemed jî hebû. Ebû Eyûb li ber sûrên Konstantînopolê hatî veşartin. Piştî sedsalan û piştî dagirkirina bajêr ji aliyê Osmaniyan ve, li ser gora Ebû Eyûb tirbeyek hatiye çêkirin û mizgeftek bi navê Mizgefta Eyûb Sultan hatiye çêkirin. Ji wê demê û pê ve ev herêm ji aliyê rayedarên osmanî ve weke cihê Eyüp tê naskirin. Mînaka din a hebûna Ereban li Tirkiyeya îroyîn, bicihbûna eşîrên Ereban di sedsala 7an de li herêma Cezîrê(Mezopotamya Jorîn) ku beşekî başûrê rojhilatê Tirkiyê dihewîne. Ji wan eşîran Benî Bekir, Muder, Rebîa îbn Nizar û Benî Texlîb in.

Nexşeya sala 1911, ku pêkhateya etnîkî ya Tirkiye û herêma Şam nîşan dide

Demografîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa erebîaxêv li Tirkiye.[27]
Sal Zimanê zikmakî Zimanê duyem Kom Nifûsê Tirkiye % ji Tevahiya axaftvan
1927 134,273 - 134,273 13,629,488 0.99
1935 153,687 34,028 187,715 16,157,450 1.16
1945 247,294 60,061 307,355 18,790,174 1.64
1950 269,038 - 269,038 20,947,188 1.28
1955 300,583 95,612 396,195 24,064,763 1.65
1960 347,690 134,962 482,652 27,754,820 1.74
1965 365,340 169,724 533,264 31,391,421 1.70
Tevahîya Axivên Erebî bi zikmakî li parêzgehên Tirkiye

Li gorî Peşbinîyanê Tirkî ya ku li ser mezin a sala 2006’an pêk hatiye, %0,7 ji tevahiya nifûsa Tirkiyeyê bi etnîkî Ereb bûn.[28] Nifûsa Erebî ya Tirkiye li gor çavkaniyên cihê diguhere. Texmînek Amerîkî di salan 1995 de, hejmarekî di navbera 800,000 û 1 mîlyonî Kes destnîşan kir.[29] Li gorî Ethnologue di salan 1992 de, li Tirkiyê 500.000 kes bi zimanê xwe ya zikmakî bi Erebî hebûn.[30] Lêkolîneke din ya Tirkî nifûsê Ereb di navbera 1.1 û 2.4% ji nifûsê Tirkiye de texmîn dike.[31]

Siyasetmedarê navdar ya Tirk-Ereb Yasîn Aktay ê. Di hevpeyvîneke sala 2020an de Xeberên Al Jazeera hejmarên Erebên Tirkiye bi neh mîlyon (yan ji %10ê nifûsa Tirkiye) texmîn kir, ku nîvê wan ji welatên din in.[32]

Navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Helen Chapin Metz, ed., Turkey: A Country Study. Washington: GPO for the Library of Congress, 1995.
  2. ^ Arabs: Turkey's new minority". Al-Monitor. 12 September 2014.
  3. ^ Turkey's demographic challenge". www.aljazeera.com. Retrieved 2016-12-18.
  4. ^ UNHCR), United Nations High Commissioner for Refugees. "UNHCR Syria Regional Refugee Response". UNHCR Syria Regional Refugee Response. Archived from the original on 2018-03-05. Retrieved 2016-06-20.
  5. ^ http://cadmus.eui.eu/handle/1814/11298 The Iraqi Refugee Crisis and Turkey: a Legal Outlook
  6. ^ https://kaosgl.org/haber/lsquopeki-ya-turkiye-araplarirsquo
  7. ^ Al-Jazeera.net, 2020. مقابلة مع الجزيرة نت.. مستشار أردوغان: 10% من سكان تركيا عرب وهذه أوضاعهم. Accessed on 16 June 2020.
  8. ^ How many Kurds live in Turkey? by Tarhan Erdem, Hurriyet Daily News, April 26, 2013
  9. ^ "The CIA World Factbook: Turkey (19% of a total population of 80.2 million (2017) gives a figure of about 15.25 million)". Ji orîjînalê di 10 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 çiriya paşîn 2016.
  10. ^ The Kurdish Population by the Kurdish Institute of Paris, 2017 estimate.
  11. ^ Circassia, Unrepresented Nations and Peoples Organization, ji orîjînalê di 29 çiriya paşîn 2010 de hat arşîvkirin.
  12. ^ Ülkü Bilgin: Azınlık hakları ve Türkiye.
  13. ^ Richmond, Walter (2013). The Circassian Genocide. Rutgers University Press. r. 130. ISBN 978-0813560694.
  14. ^ Danver, Steven L. (2015). Native Peoples of the World: An Encyclopedia of Groups, Cultures and Contemporary Issues. Routledge. r. 528. ISBN 978-1317464006.
  15. ^ Zhemukhov, Sufian (2008). "Circassian World Responses to the New Challenges" (PDF). PONARS Eurasia Policy Memo No. 54: 2. Roja gihiştinê 8 gulan 2016.
  16. ^ "Total Persons of Concern by Country of Asylum". data2. UNHCR. Roja gihiştinê 24 îlon 2018.
  17. ^ Die Bevölkerungsgruppen in Istanbul (türkisch) Girêdana arşîvê sibat 3, 2012, li ser Wayback Machine
  18. ^ Translation of the Treaty of Lausanne (1923).
  19. ^ Die Nusairier weltweit und in der Türkei (türkisch) Girêdana arşîvê 2011-12-17 li ser Wayback Machine
  20. ^ Christen in der islamischen Welt – Aus Politik und Zeitgeschichte (APuZ 26/2008)
  21. ^ Retso, Jan; Retsö, Jan (2003). The Arabs in Antiquity: Their History from the Assyrians to the Umayyads (bi îngilîzî). Psychology Press. ISBN 978-0-7007-1679-1.
  22. ^ MacAdam, Henry Innes; Munday, Nicholas J. (1983). "Cicero's Reference to Bostra (AD Q. FRAT. 2. 11. 3)". Classical Philology (bi îngilîzî). 78 (2): 131–136. doi:10.1086/366769. JSTOR 269718.
  23. ^ Drijvers, Han J. W.; Healey, John F. (1999). Der Nahe und Mittlere Osten (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-11284-1.
  24. ^ Inc, Merriam-Webster; STAFF, MERRIAM-WEBSTER; Staff, Encyclopaedia Britannica Publishers, Inc (1995). Merriam-Webster's Encyclopedia of Literature (bi îngilîzî). Merriam-Webster. ISBN 978-0-87779-042-6. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  25. ^ "The Origins of the Islamic State", a translation from the Arabic of the "Kitab Futuh al-Buldha of Ahmad ibn-Jabir al-Baladhuri", trans. by P. K. Hitti and F. C. Murgotten, Studies in History, Economics and Public Law, LXVIII (New York, Columbia University Press,1916 and 1924), I, 207-211
  26. ^ Ghassan Resurrected, Yasmine Zahran 2006, p. 13
  27. ^ Fuat Dündar, Türkiye Nüfus Sayımlarında Azınlıklar, 2000
  28. ^ "Toplumsal yapı araştırması 2006" (PDF). KONDA Research and Consultancy. 2006. rr. 15–16. Ji orîjînalê (PDF) di 15 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 gulan 2012. .(bi tirkî)
  29. ^ Helen Chapin Metz, ed., Turkey: A Country Study.
  30. ^ Tu. Turkey: Languages.
  31. ^ Ali Tayyar Önder: Türkiye'nin etnik yapısı: Halkımızın kökenleri ve gerçekler.
  32. ^ Al-Jazeera.net, 2020. مقابلة مع الجزيرة نت.. مستشار أردوغان: 10% من سكان تركيا عرب وهذه أوضاعهم.