Eric Berne

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eric Berne
Jidayikbûn
Eric Lennard Bernstein Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

10 gulan 1910 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15 tîrmeh 1970 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Monterey Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
HevwelatîKanada (1910–1970), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (1939–1970) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • McGill University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Military physician
  • nivîskarê derhonakî li ser wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Eric Berne, jidayîkbûnê Eric Lennard Bernstein, (jdb. 10ê gulanê 1910 li Montréal; (m. 15ê tîrmehê 1970) bijîşk û psîkiyatrîstekî navdar ê ji DYAyê ye. Kesê rêbaza transaksiyonanalîz bipêşxistiye ye. Ev rêbaz paşê di psîkoanalîzê de jî hatiye bikaranîn.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berne kurê bijîşk David û rojnamevan Sara Gordon Bernsteinê ye. Sala 1921 bavê wî dimire, bi xûşka xwe Graceê ve mezin dibin. Berne li Zanîngeha McGill a li Montréalê ye dixwîne û sala 1935 dîploma doktoriyê digire. Li Zanîngeha Yale li cem Dr. Paul Federn perwerdeya bilind a psîkoanalîzê digire û wê jî sala 1938ê bidawî dike. Sala 1939 dibe hevwelatiyê DYAyê û sala 1943 navê xwe diguherîne dike Eric Berne.

Berne sala 1942 heya 1945 bi Elinor McRae (du zarok), ji 1949 heya 1964 bi Dorothy DeMass Way (du zarok) û ji 1967 heya 1970 bi Torre Peterson re marî dimîne (zewicî).

Xebata di warê psîkiyatriyê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Projekta pejnê, hîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berne bi qasî deh salan bi babeta pejnê re bilî dibe. Ji ber ku li artêşê wekî psîkiyatrîst dixebitî, dikaribû li ser hezaran kesan çavnêriyan bike, angaştên xwe bixeribîne. Li vir pêşnûmaya xwe ya pejnê ava dike.

Konsepta transaksiyonanalîzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî doktor Berne di zanistiya psîkiyatriyê de herwiha gavên girîng avêtiye. Wî metodên naskirin û nasan, êşnasiyê nûjen kiriye. Di vir de rola ceribandinan helek mezin e. Bi rêbaza transaksiyonanalîzê nasana nexweşan hêsantir kiriye.

Vedîtina Ez-Rewşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berne dibîne ku her mirovek xwedî ego imageyek e û ji zaroktiyê tê. Ew navê viya dike "ez-rewş" ango rewşa ezê. Dîsa vê vedîtina xwe kûr analîz dike, têkiliyên zarok û dê-bavê rohnîtir dike.

Terapiya zayendetiya xapurbûyî, hatiye rûxan, hilweşan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bin sernivîsa cureyên lîstikê û rêzikên evînê Berne têkiliyên mêr-jinê wekî têkiliyên zarok-zarokê raxistiye ber çavan, jê gelek sûdê werdigire û viya di terapîkirina nexweşiyên dijmirovane yên wekî zivir kirina zarokan de bikartîne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Transaktionsanalyse der Intuition. - Transaksiyonanalîza pejnê 4. Auflage. Junfermann, Paderborn 2005, ISBN 978-3-87387-003-1 (almanî)
  • Die Transaktionsanalyse in der Psychotherapie. - Di psîkoterapiyê de transaksiyonanalîz 2. Auflage. Junfermann, Paderborn 2006, ISBN 978-3-87387-423-7 (almanî)
  • Grundlagen der Gruppenbehandlung. - Himên terapîkirina koman 1. Auflage. Junfermann, Paderborn 2005, ISBN 978-3-87387-424-4 (almanî)
  • The mind in action. Simon & Schuster, New York 1947.
  • Games People Play. Grove Press Inc., New-York 1964, ISBN 0-345-41003-3
  • Spiele der Erwachsenen - Lîstikên mezinan. Rowohlt, Reinbek 1970. rororo, ISBN 3-499-61350-6 (almanî)
  • Sex in Human Loving. 1971.
  • Spielarten und Spielregeln der Liebe. Psychologische Analyse der Partnerbeziehung. - Cureyên lîstikê û rêzikên wê wergera bo almanî Edelgard û Gerd Stöhr. Rowohlt, Reinbek 1994, ISBN 3-499-16848-0 (almanî)
  • What Do You Say After You Say Hello? Transworld Publ. Ltd UK, 1972, ISBN 0-552-09806-X
  • Was sagen Sie, nachdem Sie Guten Tag gesagt haben? - Hûn çi dibêjin, piştî hûn bêjin halo/halê (merheba bi kurdî) Fischer, Frankfurt am Mai 1983, (almanî)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Claude Steiner: Wie man Lebenspläne verändert - Mirov çawa plana xwe ya evînê diguherîne. 11. Auflage. Junfermann, Paderborn 2005, ISBN 978-3-87387-192-2 (almanî)
  • Elizabeth W. Jorgensen: Eric Berne, master gamesman: a transactional biography. Grove, New York 1984, ISBN 0-394-53846-3

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]