Ermeniyên li Tirkiyeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ermeniyên li Tirkiyeyê
Gelhe tevahî
50,000 - 70,000[1][2]
2,000,000 - 5,000,000[3]
Ziman
Zimanê ermenî, tirkî, kurdî
Baweriya dînî
Îslam - sunîtî, katolîk

Ermeniyên li Tirkiyeyê (bi ermenî: Թուրքահայեր, bi tirkî; Türkiye‘deki Ermenileri), yek ji gelên xwecihî yên Tirkiyeyê ye. Nifûsa wan a texminkirî di navbera 50.000 û 70.000 de ye.

Di wêneyê de kurd û ermenî li Tirkiye xwepêşandan dikin

Di navbera salên 1914 û 1921an de nifûsa ermenî ji 2 mîlyon zêdetir bû. Îro piraniya ermeniyên tirk li Stembolê kom bûne. Rojname, dêr û dibistanên wan ên taybet hene da ku karibin dîn, ziman û çanda xwe biparêzin. Piraniya wan ji baweriya Apostoliya Ermenî ne û beşeke biçûk a ermeniyên li Tirkiyeyê jî girêdayî Dêra Katolîk a ermeniyan an jî Dêra Evangelîst a ermeniyan in.

Heta Nîjadkujiya ermeniyan ya sala 1915an, piraniya nifûsa ermeniyên Tirkiyeyê (wê demê Împaratoriya Osmanî) li herêmên rojhilatê welêt dijiyan, ku ermenî jê re dibêjin Ermenistana Rojava (îro ew der bi bakurê Kurdistanê an rojhilatê Tirkiyê re têkildar e).

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya etnîkî ya Anatolyaya

Gelê ermenî di dîrokê de bi hezar salan li rojhilatê Asyaya Biçûk û başûrê Qefqasya hatiye damezrandin. Lê di sedsala 11an de tirkên ku ji Asyaya Navendî hatibûn, xwe li ser vê herêmê ferz kir û paşê Împeratoriya Osmanî ava kir. Ermenî wê demê bûne hindikahiyeke ku her ku diçe zêdetir tê cudakirin. Di Şerê Cîhanî yê Yekem de piraniya ermeniyan bûne qurbaniyên polîtîkaya komkujî û sirgûnê ku ji aliyê dewleta Tirkên Ciwan hatiye organîzekirin, ku bûye sedema qirkirina Ermeniyan. Ev qirkirina yekemîn a sedsala 20an e. Di dawiya şer de Împeratoriya Osmanî hat parçekirin û cihê xwe da Tirkiyeya nûjen.

Ermeniyên Stembolê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kilîsekî Ermenî li Stembol

Civata ermenî ya Stembolê, ku tê texmînkirin 45.000 kes e (nêzîkî %75ê nifûsa ermeniyên Tirkiyeyê), îro xwedî 33 dêrên şandî, 12 katolîk û 3 dêrên protestan in; 2 nexweşxane (Surp Pirgitsch û Surp Agop), 2 sêwîxane û 19 dibistan.

Kesên Navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Adile Naşit
Mesut Yilmaz

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Turay, Anna. "Tarihte Ermeniler". Bolsohays: Istanbul Armenians. Ji orîjînalê di 6 kanûna pêşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 4 kanûna paşîn 2007.
  2. Khojoyan, Sara (16 çiriya pêşîn 2009). "Armenian in Istanbul: Diaspora in Turkey welcomes the setting of relations and waits more steps from both countries". ArmeniaNow.com. Ji orîjînalê di 1 kanûna paşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 5 kanûna paşîn 2013.
  3. Suna Erdem. Recep Tayyip Erdogan threatens to expel 100,000 illegal Armenians[permanent dead link]. The Times. 18 March 2010. Retrieved 8 September 2011.