Here naverokê

Ertoşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eşîra Ertoşî
Agahiyên gelemperî
HozGewdan
Hacan
Zewki
Mamxuran
Qeşûrî
Şerefan
Şîdan
Xawiştan
Xelîlan
Zêdik
mehmedan
êzdînan
giravî
jîrkî
alan
kocher
ZimanKurdî (kurmancî,
Herêmên dîrokîColemêrg, Wan, Şirnex, Agirî, Bedlîs û Mûş
Demografî
Gelhenediyar e
Bawerî
DînÎslam (sunîtî)

Ertoşî yek ji eşîrên mezin ên kurda ye ku li gelek deverên Kurdistanê belav bûne. Endamên eşîra ertoşiyan li bajar û bajarokên wek Colemêrg, Çelê, Wan, Elbak, Elkê, Şax, Payîzava, Gever, Dihok, Zaxo, Sêmêl, Şirnex, Şêxan, Panos, Milazgir, Elcewaz û Xelat belav bûne.[1]

Bi dûçûna çavkaniyên herêmî bingeha vê eşîr-konfederasyonê li gundê Ertoş ê ku bi Çelê ve girêdayî ye. Li vir belavî deverên din bûye. Bi dûçûna Martin van Bruinessen di dema mîrektiya Hekarî de du baskên civakê hebû, yek baska çep yek jî baska rast bû. Baska çepê aligiriya Mîrektiya Hekarî dikir û Pinyanişî bûn. Baskê rastê jî mixalifên mîrê hekarî bûn û ertoşî bûn. Xana Mazin eşireti Gerdî'ye ra hatî. Awelî navê eşîreta'ke Gerdûş paşî xû kira Ertoşî.

Dabeşkirina ertoşiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konfederasyona Ertoşiyan ji du şaxan pêk tê. Bi dûçûna endamên eşîrê eşîra ertoşiyan ji du brayên ku bi navê Hacî Mendan û Menduh Mendan pêk hatiye[2]. Ji van her du brayan jî 12 bra çêbûne û ev bra bi zêdebûne nifûsa xwe, wek eşîran hatine pênase kirin;

  • Hacî Mendan
  1. Gewdan
  2. Jîrkî
  3. Qeşûrî
  4. Mamxuran
  5. Şerefan
  6. Şîdan
  • Menduh Mendan an jî Mehmed Mendan
  1. Alan
  2. Îzdînan an jî Êzdînan
  3. Hacan
  4. Mamedpîran
  5. Xelîlan
  6. Xawiştan
  7. Zêdik an jî Zêwkî

Ji van eşîran gewda îdîa dikin bingeha wan digehe xelîfeyê duyê yê îslamê Emer. [3]

  1. Şarman, Nurdan (2015). Beytüşşebap Ve Molla Hüseyin Batevî Sempozyum Bildirileri (PDF). Stanbol: Rektoriya Zanîngeha Şirnexê. rr. 251–255. ISBN 978-605-88496-5-5. Ji orîjînalê (PDF) di 12 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin.
  2. Aşiret yapısı,Tarih,Kültür,Coğrafya,Ertoşiler-Hurşit Baran Mendeş, Weşanên Doz, r:10
  3. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin van Bruinessen, r:308