Etnografî
Etnografî rêbazeke etnolojiyê ye û bi wateye berfireh lêkolîneke antropolojiyê (lêkolîna mirovahiyê) ye. Di heman de ev şaxa zanîstiyê dikare lêkolînên di zanistên civakî de, ji bo danasîn û şîrovekirina bi awayekî sîstematîk a çanda kom an civakên cihêreng ên mirovan bike. Lêkolînên etnografiyê armanc dike ku civakan li gorî pergalek nirx û baweriyên taybetî yên çanda çavdêrîkirî şîrove bike û perspektîvê ji mijarên civakî bi xwe bigire. Di heman demê de hewl dide ku agahiyan di çarçoveya ku bûyer tê de diqewime de berhev bike. Ji bo vê armancê, xebata qadî têne kirin û teknîkên berhevkirina daneyan ên wekê çavdêriya beşdaran û hevpeyvînên vekirî têne bikar anîn.[1]
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Têgeha etnografiyê ji zimanê yewnanî tê (ἔθνος éthnos "mirov, gel, netewe" û γράφω gráphō "ez dinivîsim") û awayên ku nivîskarên kevnar çandên biyanî şirove û analîz kirine, vedihewîne.[2][3][4][5] Anthony Kaldellis bi awayekî sivik Odyssey wekê xala destpêka ji bo etnografiya kevnar pêşniyar dike û di heman demê de destnîşan kiriye ku Dîrokên Herodotus xala destpêkê ya asayî ye; di heman demê de Edith Hall diyar kiriye ku helbesta homerîk "ji hevgirtin û xurtbûna zanista etnolojîk bêpar e".[2][6] Ji Herodotus û vir ve etnografî bibû stûna sereke ya dîroknivîsa kevnar.[7]
Taybetmendiyên lêkolîna etnografîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî Dewan (2018) lêkolîner li pêy giştîkirina encaman nînin; ew li gorî çarçoveya rewşê li ber çavan digirin. Di vî warî de rêya herî baş ê ji bo entegrekirina etnografiyê di lêkolîneke hêjmarî de ew e ku mirov wî bikar bîne ku têkiliyan kifş bike û piştre re jî daneyên encamkirî bikar bîne ku texmînên empîrîk biceribîne û rave bike.[8]
Di lêkolînên etnografiyê de lêkolîner tiştên berdest, tiştên normal, tiştên ku mirovan kirine, tiştên ku gotine û çawa xebitîne, berhev dike.[9]
Etnografî dikare di çarçoveyên din ên metodolojîk de jî were bikar anîn. Wek mînak bernameyek lêkolîna çalakiyê ya lêkolînê ku yek ji armancan guhertin û baştirkirina rewşê ye.[9]
Lêkolîna etnografîk rêbazeke bingehîn e ku di ekolojiya çandî, lêkolînên pêşkevtinê û erdnîgariya femînîst de. Di heman demê de ev lêkolîn di erdnîgariya civakî, siyasî, çandî û civaka xwezayî de girîngî bi dest xistiye.[10] Etnografî rêbazeke bi bandor e ku di lêkolînên erdnîgarî yên çawanî de ku li ser têgihîştin û ezmûnên mirovan û bicîhbûna wan a kevneşopî ya li ser cih, di nav komeke civakî de disekine.[11]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Guber, Rosana (2019). La Etnografía: Método, Campo y Reflexividad. Mínima Ser. Ciudad Autónoma de Buenos Aires: Siglo XXI Editores. ISBN 978-987-629-157-6.
- ^ a b Skinner, Joseph; Almagor, Eran (2013). Ancient ethnography: new approaches. London: Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-84966-890-3.
- ^ Redfield, James Adam (24 nîsan 2019). Ethnography in Antiquity (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/obo/9780199766567-0214. ISBN 978-0-19-976656-7.
- ^ Skinner, Joseph (12 hezîran 2014). "Greek Ethnography and Archaeology: Limits and Boundaries". Dialogues d'histoire ancienne (bi îngilîzî). 10 (S10): 171–203. doi:10.3917/dha.hs91.0171. ISSN 0755-7256.
- ^ Woolf, Greg (2011). Tales of the barbarians: ethnography and empire in the Roman West. Blackwell Bristol lectures on Greece, Rome and the classical tradition. Chichester, West Sussex Malden, MA: Wiley-Blackwell. ISBN 978-1-4051-6073-5.
- ^ Kaldellēs, Antōnios Emm (2013). Ethnography after antiquity: foreign lands and peoples in Byzantine literature. Empire and after (Çapa 1). Philadelphia: University of Pennsylvania Press. ISBN 978-0-8122-0840-5.
- ^ Dench, Emma (2007). Marincola, John (edîtor). Ethnography and History (bi îngilîzî) (Çapa 1). Wiley. rr. 471–480. doi:10.1002/9781405185110.ch51. ISBN 978-1-4051-0216-2.
- ^ Dewan, Mayukh (2018). Understanding Ethnography: An ‘Exotic’ Ethnographer’s Perspective. Singapore: Springer Singapore. rr. 185–203. ISBN 978-981-10-7490-5.
- ^ a b Kurniawan, Sri (13 gulan 2004). "Interaction design: Beyond human?computer interaction by Preece, Sharp and Rogers (2001), ISBN 0471492787". Universal Access in the Information Society. 3 (3–4): 289–289. doi:10.1007/s10209-004-0102-1. ISSN 1615-5289.
- ^ "Ethnography". sciencedirect.com (bi îngilîziya amerîkî): 626–631. 1 kanûna paşîn 2009. doi:10.1016/B978-008044910-4.00430-2.
- ^ Himley, Matthew; Havice, Elizabeth; Valdivia, Gabriela (12 tîrmeh 2021). The Routledge Handbook of Critical Resource Geography (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-0-429-78408-8.