Here naverokê

Etnolojî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Etnolojî an nîjadnasî (bi yewnaniya kevnare: ἔθνος, ethnos ku tê wateya 'neteweyê')[1] qadeke akademîk û dîsîplînek e ku taybetmendiyên gelên cûda û têkiliyên di navbera wan de berawird dike û analîz dike (antropolojiya çandî, civakî, an sosyoçandî berawird bike).[2]

Dîsîplîna zanistî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Etnografî lêkolîna komeke tenê bi rêya têkiliya rasterast a bi çandê re dike, etnolojî jî lêkolînên ku ji aliyê etnografan ve hatine berhev kirine digire nav xwe û piştre jî bi çandên cuda re berawird dike û cudahiya di navbera wan de dertîne holê.

Têgeha ethnologia (etnolojî) bi navê Adam Franz Kollár (1718–1783) tê bibîranîn ku yekem car ji aliyê wî ve di berhema wî yê bi navê Historiae ivrisqve pvblici Regni Vngariae amoenitates de ku di sala 1783 de li Viyanayê hatiye weşandin, bikar aniye û pênase kiriye.[3] Adam Franz Kollár di vê berhema xwe de hewl daye ku "zanista milet û gelan, an jî lêkolîna li ser mirovên zana ku tê de lêkolînên eslê wan hebû, ziman, edet û saziyên miletên cûrbecûr û di dawiyê de li ser welat û cihên kevnar lêkolîn kiriye ku bikaribe milet û gelan di serdema wan de çêtir binirxînin."[4]

Eleqederiya Kollár bi pirrengiya zimanî û çandî ji ber rewşa li padîşahiya wî ya pir-etnîkî û pirzimanî ya Mecaristanê û rehên wî yên di nav Slovakên wê de û ji ber guhertinên ku piştî paşvekişîna gav bi gav a xanedaniya osmanî ya li balkanan dest pê kiriye, zêde bûye.[5]

Li hinek deverên cîhanê, etnolojî li ser rêyên serbixwe yên lêkolîn û doktrîna pedagojîk pêşketiye ku antropolojiya çandî bi taybetî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û antropolojiya civakî li Brîtanyaya Mezin serdest bûye. Cudahiya di navbera her sê têgehan de her ku diçe nezelal dibe. Etnolojî ji dawiya sedsala 18an vir ve, bi taybetî li Ewropayê, wekê qadeke akademîk tê hesibandin û carinan wekê her lêkolîneke berawirdî ya komên mirovan hatiye femkirin.

Lêkolîna Amerîkayê di sedsala 15an de ji aliyê keşifgerên ewropî ve roleke giring di formulekirina têgehên nû yên Rojava (cîhana rojava) de, wekê têgehên "din" de lîstiye. Bi vî awayê şaristanî bi awayekê dualîst li hemberê barbariyê wekê dijber hatiye dîtin ku ev dijberiyeke avakar a klasîk ê pêkhateya etnosentrîzma berfireh bû.

  1. ^ "Definition of ethno- in Oxford Dictionaries (British & World English)". oxforddictionaries.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 15 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 gulan 2026.
  2. ^ "Definition of ethnology in Oxford Dictionaries (British & World English)". oxforddictionaries.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 15 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 gulan 2026.
  3. ^ The anthropological tradition in Slovenia. Routledge. 15 nîsan 2013. rr. 185–197. ISBN 978-0-203-42657-9.
  4. ^ Shore, Paul (11 çiriya paşîn 2022). The Longue Durée of Irenicism in the Thought of Adam František Kollár (1718–1783). BRILL. rr. 382–401. ISBN 978-90-04-52744-7.
  5. ^ Discovering the whole of humankind: The genesis of anthropology through the Hegelian looking-glass. Routledge. 15 nîsan 2013. rr. 74–88. ISBN 978-0-203-42657-9.