Etrûsk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çiftekê etrûskan, li Muzeya Akeolojiyê ya Floransê

Etrûsk (latînî: Etrusci, Tusci; yewnanî Τυρσηνοί, Τυρρηνοί, Tîrsenoi, Tîrrhenoi ji vî navî Deryaya Tîrenî, anku "Deryaya Etrûskî" hatiye afirandin), gelekî dîrokî, antîkê ku xwe bixwe wek Rasenna navdikirin û li dorê navendê Îtalyayê îro nêzî Toskana, Umbriya û Latiumê jiyabûn. Bandora çendayiya etrûskan navbera salên 800-100 b.z de li herêmên ko ewnajiyabûn bandor berdabûn. Pê êrîş kirina Keyaniya Romayê û romanizî bûna wanê navbera salên 300-90 b.z. re ew di nav Romayiyan de asîmîle bûn.

Teorî li ser orijîna wan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çendayî an Kiltûra Etrûskan, li herêmê ku wextekê wek etrûriyan dihat nav kirin serwerî ajotîbû. Lê ew ji kû hatibûn an zimanê xwe çitol hatibû afirandin nê vebirî ye. Lê li ser vê netêgêhiştinê çend teorî hene. Yek ji wan teoriyan, teoriya koçkirina wanê ji Anatoliya ye. Gorî vê teoriyê Etrûskan ji herêma Anatoliyayê Lîdya dorê 10. sedsala berî zayîne koça Toskana kiribûn.

Herêmên Serweriya Etrûskan

Gorî vê hîpotêzê jî zimanê wan jî tevliheva zimanê lemnî ko li girava Lemnos dihat axaftin û zimanê Lîdyayî bû. Va hîpotezê bi hunera wanê ko heta îroj mayî û bi hunera Lîdyayî ve li hev tê, tê destek kirin. Va hîpoteza ta wextên antîk de dihat gotin û Herodot jî qala li vê hevhatinê dike.

Gorî teorîyekê din jî tê gotin ko şarmendiya Etrûskan ji şûna ko ewna dijîn, ango navenda Îtalyayê dihat. Gorî vê teoriyê jî zimanê Etrûskan zimanekê ko ber koça îndogermanan re hebû û pê koça wanê wek gelê Îtalîkan re jî îzolê mabû. Çendayî hunera wan jî bi hevditîna Fenîke û Yewnanan re bilind bûbû. Dionysios Halikarnassos jî va teoriya destek dikir.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dorê salên 750 b.z. li ser Deryaya Tîrenê serweriya xwe qebûl kirin dabû. Di salên 600 b.z. de jî ew bi Kartacayan ve bûbûn yek û li rojavaya Deryaya Navîn serwerî dikirin.

Paytexteka Etrûskan tunebû, lê wan li ser Romê jî serwerî ajotibû. Bi gumanî navê Rom jî ji etrûskan dihat.

Di salên dorên 500an re êdî serweriya Etrûskan hêdî hêdî lewaz bû. Bi binketina komkeşitiya wanê hembera Yewnanê di sala 474 b.z. re wana serwerîyanê xweyê di deryayan de jî hêdî hêdî winda kir. Di sala 396 b.z. de bajarê etrûskanî girîng Veji ji hêla Roman hat dagir kirin. Pê re jî Galyayiyan xakên Etrûskan dagir kirin. Pê re jî bajar bi bajar dagir kirina Rom dewam kir. Bi vê dagir kirinê jî asîmîlasyona wanê di Împaratoriya Roma de lezbû. Di sala 90 b.z de ewna bi fermî bi qebûl kirina wanê hevwelatiya Romê re bitemamî teva Împaratoriya Roma bûn.

Tomba François (en), Vulci (en)

Ziman û Nivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bermahiyên li ser zimanê etrûskan bo derxistina fikrekî vebirî neyê bes in. Nivîsên manî wan bi alfabeya yewnanî nivisîbûn û ji rastî de berve çepî nivisîbûn. Bitenê dorê 200 peyv li ser zimanê wan tê zanîn. Lê dîsa jî ewê vebiriya ko ew ne tu zimanê ji Zimanmalbata hind û ewropî ye. Ew pir caran bi zimanên Anatoliyayê ko mirinî ve tên şibandin.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]