Evan Rachel Wood

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Evan Rachel Wood
Evan Rachel Wood (2009)
Jidayikbûn7ê îlona 1987an (36 salî)
PîşeLîstikvan, model û muzîkvan
Salên çalak1994–niha
HevjînJamie Bell ( zw. 2012; cdb. 2014)
Dê û bavIra David Wood III (bav)
biguhêreBelge

Evan Rachel Wood (jdb. 7ê îlona 1987an), lîstikvan, model û muzîkvanekî Amerîkî ye. Di dawiya salên 1990an de bi lîstina di rêzefîlmên TV yên wekî American Gothic û Once and Again de dest bi kariyera xwe ya lîstikvaniyê kir. Danasîna wê bi lîstina di fîlima Little Secret de dest pê kir.

Piştî wê, wî di fîlma Thirteen lîst û ev fîlm jibo Xelata Kûreya Zêrîn namzet hat nîşandan û Evan bi vê filme bû lîstikvanek navdar.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Evan Rachel Wood li Raleigh, Carolina Bakur ji dayik bû. Bavê wî, Ira David Wood III, stranbêj, lîstikvan, derhênerê şanoyê ku ji aliyê herêmî ve tê zanîn.[1] Di heman demê de bavê wê rêveberê şanoya "Theater in the Park" a herêmî ya Amerîkî ye. Diya wê, Sara Lynn Moore (6ê Adar, 1958) lîstikvanek, stranbêj û perwerdekarê lîstikvaniyê ye.[2] Birayê wêyê mezin Ira David Wood IV jî lîstikvan e. Birayek wê bi navê Dana yê Wood heye. Xaltîka wê, Carol Winstead Wood, sêwiranereke danîn ye di Hollywoodê be dixebite.[3]

Wood û birayê wê yekemcar di 1987an de bi koma "Theater in the Park" re di adaptasyona komedî ya bavê xwe ya muzîkal a bi navûdeng A Christmas Carol de lîstin. Di dema vê muzîkê de Evan tenê çend mehî bû. Evan Rachel Woodwî di lîstika şanoyê ya bi navê Ghost of Christmas Past de lîst.[4]

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wood ji sala 1994an ve di rêzefîlmên TVyê de dest bi lîstikvaniyê kir. Di sala 1996an de, dê û bavê Wood ji hev veqetiyan (pişt re berda). Ji ber vê yekê Wood çû Los Angeles, ku aliyê diya wî lê bû. Piştî demsalekê ku di rêzefîlima Profiler de lîst çû rêzefîlmek din a televîzyonê Once and Again bi rola bi navê Jessie Sammler, dest bi lîstikvaniyê kir.[1][5]

Wood yekem rola xweya bi navdar di sala 1998an de di fîlma Digging to China de lîst. Wê di vî fîlimê de bi Kevin Bacon û Mary Stuart re lîst. Ev fîlim, xelata juriya zarokan li "Festîvala Fîlmê ya Zarokan a Navneteweyî ya Chicago" stend.[6] Wood got ku rola wî destnîşan kir di destpêkê de dijwar bû, lê bi vî rolî di dawiyê de fam kir ku ew tu carî nikare dev ji lîstikvaniyê berde.[1]

Wood li Festîvala Fîlimê ya Navneteweyî ya Toronto , (2007)

Di îlona 2006an de, ji aliyê rojnameya The Guardian ve "Xelata Spotlight for Emerging Talent of Award" ya kovara Premiere wekî "şehrezayiya li ber çavan" û "yek ji çêtirîn lîstikvanên jin ên nifşa xwe" hate destnîşankirin[1][7]

Ber bi dawiya sala 2006an ve, wî di fîlmê komedî-drama yê Running with Scissors de ku tê de gelek stêrkên navdar tê de rol girt lîst. Fîlm ji hêla Ryan Murphy ve hate birêve birin û Annette Bening di fîlmê de rola sereke lîst. Fîlm li ser bîranînên Augusten Burroughs (bi piranî ji zaroktî) ve hatî çêkirin. Wood ji bo eşkerekirina performansa xwe ya di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2007an de Xelata Chopard ya jinan stand.[8]

Wood di du fîlmên ku di îlona 2007 de derketin de lîst. King of California[9] muzîkvanek dupolar jazz (Michael Douglas), ku yekem car di Festîvala Fîlman a Sundance de derket pêşandan, û keça wî ya bi êş, Miranda (Wood), piştî derketina bavê ji nexweşxaneya giyanî li hev civiyan, û bi hev re ew di fîlma bi mijara li ser lêgerîna li xezîneya Spanî lîst. Yek rexneger performansa Wood a di vî fîlmî de wekî "tekûz" şirove kir. Di sala 2010an de di The Conspiator de lîst.[1]

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên wê
Sal Sernav Rol Nîşe
1998 Digging to China Harriet Frankovitz Pêşdîtina bi sînor
1998 Practical Magic Kylie Owens Namzeta Xelatên Lîstikvana Ciwan, Performansa Çêtirîn, Lîstikvana Piştgirî (junior)
1999 Down Will Come Baby Robin Garr Namzetkirina Fîlimê TV - Xelatên Lîstikvana Ciwan, Performansa Çêtirîn, Lîstikvana Pêşeng (ciwan)
2002 Little Secrets Emily Lindstrom Namzet - Xelatên Lîstikvana Ciwan, Lîstika Çêtirîn, Lîstikvana Serek (Jêrîn)
2002 S1m0ne Lainey Christian
2003 The Missing Lily Gilkeson Namzet - Xelatên Lîstikvana Ciwan, Lîstika Çêtirîn, Lîstikvana Serek (Jêrîn
2003 Thirteen Tracy Louise Freeland Namzet - Xelatên Lîstikvana Ciwan, Lîstika Çêtirîn, Lîstikvana Serek (Jêrîn)
2005 The Upside of Anger Lavender 'Popeye' Wolfmeyer
2006 Running with Scissors Natalie Finch
2006 Down in the Valley October "Tobe" Pêşdîtina bi sînor
2006 Asterix and the Vikings Abba (Dublaja îngilîzî) Pêşdîtina bi sînor
2006 Shark Bait Cordelia (deng) Bi navê The Reef tê zanîn
2007 King of California Miranda
2007 Across the Universe Lucy Carrigan
2007 Battle for Terra Mala (ses)
2007 The Life Before Her Eyes Ciwan Diana Pêşdîtina bi sînor
2008 The Wrestler Stephanie Ramzinski Komeleya Rexnevanên Fîlimê ya Utah , namzetê Lîstikvana Jin a Herî Baş
2009 Whatever Works Melodie
2011 The Conspirator Anna Surratt
2011 Mildred Pierce Veda Pierce
2011 The Ides of March Molly Stearns
2013 A Case of You[10] Pêş-hilberîn
2013 The Necessary Death of Charlie Countryman[11] Gabi Banyai Pêş-hilberîn
2014 Barefoot[12] Daisy Kensington Filming
2015 Strange Magic Marianne Dengdan
2015 Into the Forest Eva Hilberandina Post
2017 Allure Laura Drake
2018 Flavors of Youth Yi Lin Dengdan
2019 Frozen II Queen Iduna Dengdan
2020 Kajillionaire Old Dolio

Televîzyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêzefîlmên televîzyonê
Sal Sernav Rol Nîşe
1998 Profiler Chloe Waters
1999–2002 Once and Again Jessie Sammler 55 beş.
2002 The West Wing Hogan Cregg 1 beşa The Black Vera Wang
2003 CSI: Crime Scene Investigation Nora Easton Kuştin heye? - Dansala 3yan, Beşa 12-an
2009–2011 True Blood Sophie-Anne Leclerq 6 beş
2016 Westworld Dolores Abernathy Dansala 1em

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e "WebCite query result". www.webcitation.org. Ji orîjînalê di 7 îlon 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020. {{cite web}}: Çavkanî sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  2. ^ "Rumor has it that Evan Rachel Wood is headed for stardom - Chicago Tribune". web.archive.org. 8 çiriya paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 çiriya paşîn 2012. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Classical Voice of North Carolina". web.archive.org. 9 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya paşîn 2013. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Celeb Spotlight: Evan Rachel Wood". PEOPLE.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.
  5. ^ "Sean Penn Articles, Photos, and Videos - Chicago Tribune". www.chicagotribune.com. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.
  6. ^ "Digging to China - Awards - IMDb". web.archive.org. 8 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 nîsan 2015. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Cate Blanchett gets Hollywood gong | The Daily Telegraph". web.archive.org. 12 çiriya pêşîn 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 çiriya pêşîn 2007. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Evan Rachel Wood - Awards - IMDb". web.archive.org. 22 gulan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 gulan 2015. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Family Room Crowns KING OF CALIFORNIA at Sundance Film Festival. | North America > United States from AllBusiness.com". web.archive.org. 3 çiriya pêşîn 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 çiriya pêşîn 2009. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ http://www.variety.com/article/VR1118049926
  11. ^ http://www.variety.com/article/VR1118050106
  12. ^ http://www.imdb.com/title/tt2355495/