Ebdulqadirê Geylanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Evdilqadirê Geylanî hat beralîkirin)
Ebdulqadirê Geylanî
Navê rastî
عبد القادر الجيلانى
Jidayikbûn17 adar 1078 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14 sibat 1166 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bexda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilFars
Hevwelatîxanedana Ebasiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeFiqih, tefsîr, kelam, hedîs, îcma, şerîet û mentiq
DînÎslam
ZarokŞêx Ebdulezîzê Geylanî
Dê û bav
  • Ebû Salih Bîn Mûsa (bav)
MalbatHaşimî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ebdulqadirê Geylanî (jdb. 1078 Gilan - m. 1166 Bexda) nivîskar û alimekî misilman ê Fars ko terîqeta qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li Bexdayê ye.[1][2]

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Ebdulqadirê Geylanî ye.[3] Ew li serê heyva remezana sala 470yî mişextî (1078an) di malbateke seyîd de li gundekî herêma Gilanê li bakurê Îranê hat dinyayê.

Ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên Cuneydê Bexdayî bû. Nasnav wî ev in: muhyeddîn (vejînendeyê dînî), Siltanê Ewliyayan û Xews

Wî 4 jin û 49 zarok (27 law û 22 dot) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî Şêx Ebdulezîzê Geylanî li bajarê Akrê ye.

Malbata wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ebdulqadirê Geylanî gelek xort û keçên wî hebûn. Bi navgîniya wan, emrê Qadirî li Misir, Afrîkaya Bakur, Endulus (Spanya), Iraq, Sûriye û Anatoliya belav bû. Yek ji kurên wî, Ebdurrehman Şerafeddîn Îsa, li Misrê bicîh bû û kalikê şerîfên Qadiriyên li Misrê ye. Neviyên Ebdulqadir Geylanî li Afrîkaya Bakur bi piranî wekî "Şerif", û li Iraq, Sûriye û Anatoliyê wekî Seyîd û Geylanî têne binav kirin.

Pirtûkên Ebdulqadirê Geylanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Futuh al-Xeyb
  • El-Fath ar-Rabbani
  • Cala' al-Khawatir
  • Malfuzat
  • Al-Ghunya li-Talibi Tariq al-Haqq
  • Khamsata 'Ashara Maktuban
  • Al-Fuyudat al-Rabbaniyya
  • Bashair al-Khairat
  • Kitab Sirr al-Asrar wa Mazhar el-Anwar

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ From the 12th century onward, Sufism spread amongst the Kurds. The main Sufi orders amongst them are the Qadiriya who trace their origin to the Kurdish Sufi 'Abd al-Qadir al-Jilani, ji orîjînalê di 11 îlon 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 nîsan 2012
  2. ^ http://www.ehlisunnetbuyukleri.com/Islam-Alimleri-Ansiklopedisi/Detay/SEYYID-ABDULKADIR-I-GEYLANI/1440
  3. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/050620171