Ey avê av (helbest)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ey avê av
Nivîskar Feqiyê Teyran
Şêwe Helbest
Ziman Kurdî

Ey avê av navê helbesteke Feqiyê Teyran e.

Çend rêze ji helbestê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ey av û av ey av û av

Ma tu bê eşq û muhbetê

Mewc û pêlan tavêy belav

Be sekne û bê rahetê

Ji işqa kê her têy û têy

Heta kengê her bêy û bêy

Bo min bêjê heyranê kêy

Da ez bizanim qissetê

Lazim te mehbûbek heye

Yan dost û metlûbek heye

Yan meyl û mensûbek heye

Lew bê libas û kîswetê