Eyad Cemaledîn
Eyad Cemaledîn (bi erebî: إياد جمال الدين, Iyad Jamal al-Din, jdb. 1961 li Necef) nivîskar û siyasetmedarekî îraqî ye.
Eyad Cemaledîn ji 2005an heya 2010an wekî nûnerê Nesiriyeyê û kesayetiyek sereke di Lîsteya Neteweyî ya Iraqî ya Eyad Elewî de bû. heya di 2009an bûye endamê parlamena [1] Iraqê [1]. Piştî ku Ayad Allawi şandeyeka çend kesî şandî Iranê, Eyad Cemaledîn ji Iraqê dilşikestî bû. û dev ji partiya xwe berda. Û wî Partiya Ahrar li ser bingehên cûdabûna dîn ji dewletê ava kir. Eyad Cemaledîn di hevpeyvînek xwe de ya bi Al-Arabiya TV a 14ê sibata 2010an de, li ser têkçûna xwe di gel Eyad Elewî da gotin "Ji ber ku Eyad Elewî şandek şandiya Iranê ye êdî ew nikare li hêviya piştgiriya min bimîne."[çavkanî hewce ye]
Xebet û îdeolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eyad Cemaledîn dînderkî şiî yê serdem û dîmokrat e. Ew xebat ji bo iraqeka nû ya cûdakirina dînî ji dewelatê xebatê dike. Wî yekem carî di adara 2003an de, di konferansa Nasiriyah de demek berî hilweşîna Seddam Huseyîn, daxwaziya wî ew bû ku dewletek bê dîn û dûr ji sembolên dîn hebe. Di 2005 de, ew wek yek ji 25 parlamenterên Lîsteya Neteweyî ya Iraqê hate hilbijartin. piştî têkildariya Iyad Allawi ji bo Îranê ew ji Iyad Allwî cûde bû. Ew nuha xwediyê partiya Ahrar e ji bo hilbijartina 2010 ji bo Civata Nûneran, li ser platformek siyasî jibo paqijkirina gendeliyê û afirandina iraqeke bihêz kar dike.
Yekem xuyangiya wî ya cemawerî di 16 saliya xwe de bû, dema ku wî li dijî hewildana dewletê ya sadam husîn derketî dema ky dewletê nadihêla kesên Şyayên biçin ziyareta Kerbelayê protesto kir.
Piştî ku di hilbijartinên 2010 de yek kursî bi dest xistî, Eyad Cemaledîn û Partiya Ahrar daxuyaniyek çapemeniyê belav kirin. û ji UN re name şandin û diyar kirin ku di hilbijartinan de sextekariyek mezin hatîne kirine.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eyad Cemaledîn di sala 1961an de li Necefê ji dayik bûye û ew niha li Bexdadê dijît. Çend xwişk û birayên wî hene û bavê wî yê rehmetî zanist nasekî wêjeyê bû û apê wî helbestvanekî navdar bû. Ew bavê şeş zaroka ya sê kur û sê keça ye.
Girêder
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Shiite Lawmaker Survives Assassination Attempt in Iraq", Associated Press, via foxnews.com, 2 July 2006, retrieved 2011-07-31