Eynzale (meydana neftî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Eynzale binêre.
Eynzale
Meydanên neftê li Kurdistanê
Navê meydana neftî û dema vedîtinê:Eynzale, 1939
Hejmara bîrên neftdar 1992:15
Derxistina navekî ya neftê 1975:6.003 bermîl
Derxistina liserhev a neftê heta 31 kanûna pêşîn 1975:16.137.076 bermîl
Kêşa API:31,0
Çavkanî: Ebdulla Xefur (2001). Cugrafyay abûrî - neft le Kurdistan da. Stokholm, Swêd.

Eynzale (bi erebî: Ain Zalah, Ayn Zaleh) navê meydaneke neftî ye ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Mûsilê bi dûriya 60 km. Wek yek ji bîrên Kerkûkê tê hesibandin. Bîra pêşîn di sala 1939an de hatiye çêkirin[1] û di 2014an de, ew ji 29 bîrên neftî pêk dihat[2].

Derxistina neftê li Eynzalê di sala 2014an de hatiye kutakirin û ji ber êrişkirina rêxistina tundîxwazên îslamî Daiş li ser herêmê de, gelek ji wan bîran jî hatine xerabkirin. Îro Eynzale li hêviya sermayerazandin û jinûvekirinê disekine[3].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]