Ez (helbest)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ez
Nivîskar Feqiyê Teyran
Şêwe berhem
Ziman Kurdî

Ez berhemeke Feqiyê Teyran a pirr dirêj e. Di deme ku tê gotin de, di nav de ku bi awayekî vegotinî jî tê gotin a. Tê gotin, "ji destpêka heta dawiyê di sê civatan de bi dawî nabê." Lê di roja me de, beşeke wê gihiştîya destê me. Hin gotinên ku bi vê re dihatina gotin ev in. Tê gotin, ku deme ku "Feqiyê Teyran, ketibû înzîwayê û ketibû nava hizran de û piştre ku pirtûkaka xwe ya aqil di nivîsand, piştre ev berheme xwe bi lêv kirîya û hanîya ser ziman." Lê ji bo ku mirov vê gotinê piştrast bike jî, î ro di destê me de, zêde zanîn jî nîn in:

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşek ji berhemê ku gihiştîya roja me.

Ez

Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdaniml ez

Eşqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ez

Mûsa ji dest husna bi nûr şêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez

Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeşman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez

Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran
Şubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez

Qulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftê
Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez

Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'ke
Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez

Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ez

Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoş û sukran im ez

Serxoş û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez

Agir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hilda
Ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez

Hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan
Bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez

Soti me qet pêt û nar ne kuştîme derb lê diyar ne
Min demek sebr û qerar ne nexweşê pir-jan im ez

Nexweşê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî
Wan digot ji çavê giyayî kûştiyê e'ynan im ez

Kuştime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez

Girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez

Ma di benda firqeta te canfidayê xidmeta te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez

Nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo
Bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez

Tûleyê dergahê yar im şev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez

Çavrêyê sirra li pêş im meqseda ezlê feniş im
Hicreta Yûsuf dikêşim Ye'qûbê Ken'an im ez

Kor e bo Ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînê
Ger dibên veke birînê hewceyê Lokman im ez

Wan digot Lokman tebib e gote min xef 'endelib e
Şafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez

Sond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez

'Aşiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me
Çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez

Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez

Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê
Yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez

Sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr bidîna eşqe qûtî can im ez

Her kesê eşq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit
Hemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ez

Perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî
Min ibadet eşq û bazî bê mey û meyxan im ez

Xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê
Min ji eşqan heye-hey tê serxweş û sukran im ez

Serxoşê ava heyatê meclisa reqs û sematê
Dê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ez

Ew meyê gerden dirêjan şîşe û wan bade rêjan
Min nema hiş li nivêjan li deftera dînan im ez

"Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eşqê û derda
Lew qelem anî bi ser da me'fuyê Xufran im ez

— Feqiyê Teyran