Ez Eyşe Şan im (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ez Eyşe Şan im (kitêb) hat beralîkirin)


Ez Eyşe Şan im pirtûkeke li ser jiyana Eyşe Şan e, ji aliyê Zeyneb Yaş û Hîlmî Akyol hatiye amadekirin û weşaneke Dezgeha Enstîtuya Kelepora Kurdî li Duhokê ye.

Ev pirtûk ji jiyana Eyşe Şan, hemû stranên wê (kurdî, tirkî), notayên stranan, albûma wêne û xatiratên Eyşe Şanê pêk tê.

Amadekarên pirtûkê Zeyneb Yaş û Hîlmî Akyol in. Kawe Feqêzade rêzbendiya meqaman û deranîna notayan çêkirine.

Pirtûk zêdeyî 300 rûpelan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]