Fêrîkê Ûsiv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fêrîkê Ûsiv
Fêrîkê Ûsiv
Jidayikbûn1934 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin3 gulan 1997 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilEzdi
Hevwelatî Ermenî
PîşeHelbestvan û wergêr
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Fêrikê Ûsiv helbestvan û wergêrê mezin ji Ezdiyen Ermenistanê bû.[1] Di çiriya paşîn a 1934an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê di malbateke Êzîdî de ji dayik bû.

Binemala wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşiyên Fêrikê Ûsiv ji bajarê Qersê, ji gundê Yemençayîrê, piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, tevî kurdên êzidî yên din û ermenîyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de malbata wî gelek kes mirine.[2] Malbata wî ji êla sîpkan, bereka wutiyan bûye. Wî dibistana seretayî li gundê xwe Sîpanê, di sala 1951ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, din ava çiyayên kurdan ên li aliyê Ermenistanê derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tabietbêjekî yekta.

Xwendina û destpêka nivînsandina xwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fêrik di gundê Pampê ku paşê navê wî wekî Sîpan hatiye guhestin de dibistana xwe ya seretayî xelas dike. Pey wê re, piştî ku çar sala dibîstana navînî diqedîne di sala 1955 an de, Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Dirok û Fîlolojiyê de dike. Di heman sala ku Rojnameya Rêya Teze dest bi weşana xwe a duvdirêj dike da, Fêrik vê rojnameya navdar re helbest û bendê xwe dişîne û ew di rojnameyê de têne weşandin. Ew di sala 1960î de Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan kuta dike.

Xebat di Radyoya Êrîvanê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fêrik piştî ku enstîtuyê xelas dike, di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê dike. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku Fêrik di jiyana xwe ya xebatê da rastgobû û tu carî qelbî û derewî nedipejiran, ew tûşî êrişan hat, rojekê ji ber vê yekê tîne hemû helbestên xwe yên çapbûyî û neçapbûyî li ber derê mala xwe dişewitîne û wiha dibêje; ‘‘Ji kê re dinivîsim’’. Fêrik pey durketina xebata xwe ya li Radyoya Êrîvanê hinekî ber xwe dikeve.

Xelatwergirtin bo wergera helbestê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi hanedana xezûrê xwe zimannas û zargotinnasê gewre Heciyê Cindî, di sala 1963an de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova dibe û wergera xwe ya bo kurmancî xelata sêyemîniyê werdigre.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîrtûka wî ya pêşîn bî navê Çavkanî dî sala 1961î de tê çapkirin. Paşê sala 1964an de pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê çap dibe. Di sala 1967an de, berhevoka helbestkar a sisiyan bî ser navê Lîrîka çap dibe. Sê sal piştî ku ew li gundê xwe de dest bi mamostetiyê bike ango dî sala 1971an de dastana wî, Xewna Mîrmih, lî Moskovayê, dî nava pirtûka Hîkayet Der Heqê Bar Mûraz de, bî rûsî hatiye weşandin. Di sala 1974an de, bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973yan de hatiye weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977an de çap bû. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin.

Hinek helbestê Fêrîkê Ûsiv ji aliyê hunermendên kurd ve hatine bestekirin û weşandin. Wekî mînak helbesta wî ya bi navê Gozel ji aliyê Nizamettin Ariç û Erdewan Zaxoyî ve hatiye strandin.[3][4], her wiha helbesta (dil ji min bir )ji aliyê Nizamettin Ariç ve hatiye strandin

Gozel

Sîng û berê kewgozelê Elegez e,
Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e:

Memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne,
Xalêd sûret mîna konê Kurmancî ne.

Guliyên yarê mîna cewên derbiharê,
Hev girtine, fitil fitil têne xwarê.

Ezî li ser kawkubarê bengiyê xefûr,
Min da destan û lîlandin sîmên tembûr.

Min got: - Yarê, tembûr di destê min de heliya,
Were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan.


Got: - Beytûyo, por û guliyên min qumaş in,
Yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in:

Sîng û berê min zozan e, ez çavreş im,
Ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im.

Got berzeqê û bi awir li min nihêrî,
Awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî.

Cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn,
Saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn.

Mêrg û geliyên Elegezê girtin dûman,

Niza’m ji çi re gelo bihar bû zivistan.
Fêrîkê Ûsiv[5]

Wergerên Fêrîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fêrîk di navbera 1963 û de jî, Asedîk Îsahakyan, Lermontov, û Shakespeare behrem wergerandîn kurdî. Dîsa wî heta salên dawiya jiyana xwe her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yasenîn û Hovannes Tûmanyan behrem wergerandin kurdî.

Weşandina hemû berhemên Fêrîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Bakurê Kurdistanê, di sala 2011an de Weşanxaneya Lîsê di bin edîtoriya helbestvan û wergêr Kawa Nemir de hemû berhemên wî ji nû ve çap kirin. Li gor Kawa Nemir Fêrîk -li gel Şikoyê Hesen- baştirîn helbestvanê kurd e di qonaxa Yekîtiya Sovyetan de û herwiha yek ji baştirîn helbestvanan e, di dîroka me de, di nava hemû helbestkarên me de. Kawa Nemir derbareyê Fêrîk de wiha dibêje;

Li pey şopa Pûşkîn û Koça Dawî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di helbestê de, du helbestvanên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl dikirin: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, Fêrîkê Ûsiv di sala 1987an de derdikeve gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris digere.

Di payîza 1996an de, Fêrîkê Ûsiv diçe dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku wê demê li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye ew çax. Digel pêdagiriya malbatê, diçe. Di 28ê nîsana 1997an de, vedigere Yêrêvanê, mala xwe a ku bi xwe çêkiribû. Lê nexweşiyê lê giran dikir, Fêrîk di 1ê gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestvan û wergêrê mezin, di 3yê gulana 1997an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Ermenistanê, li wî aliyê din ê Erezê, li ser axa Serheda xwe kiras guhest û tevî karwanê nemirên kurd bû.

Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hat spartin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çevkanî, Yêrêvan, 1961
  • Gula Elegezê, Yêr., 1964
  • Lîrîka, Yêr. 1967
  • Ûsivê Nevya, destan,Yêr., 1973
  • Narê, Yêr., 1977
  • Hisretdevter, Yêr., berevoka "Bhara teze" da hij 3, 1984
  • Dinya delal, Yêr., berevoka " Bahar" da, hij, 6, 1987
  • Hîveron, Stockholm, 1993
  • Hisret, Yêr., 2004, paşe Erbîl, 2005
  • Destan, Yêr., 2005, paşê Êrbî1, 2006
  • Ber ava gurr, bi zimanê ermenkî, Yêr., 2004
  • Bera ber derya, berevoka wergera, Yêr. 2006
  • Kerdîga kilama, dupa helbestên çapnekirî, Yêr., 2007
  • Berevoka berhema, cilda 1, Yêr., 2008
  • Berevoka berhema, cilda 2-a, Yêr., 2008
  • Berevoka berhema, cilda 3-a, Yêr., 2009
  • Pampa min, berhemên bona zarokan, Yêr., 2009[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 tîrmeh 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Hesretdefter, Hemû Berhem, Cilda I., r.17 Weşanxaneya Lîs, Gulan 2011, Amed
  3. ^ http://www.youtube.com/watch?v=-F5mzAhiDp0&NR=1
  4. ^ http://www.youtube.com/watch?v=uK0H1XVZvzE&feature=share
  5. ^ Hesretdefter, Hemû Berhem, Cilda I., r.67 Weşanxaneya Lîs, Gulan 2011, Amed
  6. ^ http://www.amidakurd.com/nuce/hesretdeftera_f%C3%AAr%C3%AEk%C3%AA_%C3%BBsiv_derket
  7. ^ http://bnk.institutkurde.org/catalogue/detail.php?pirtuk=881

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]