Fîs (herêm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Fîs, dikeve başûrê rojavayê Licê. Ji Celkê heta Fîs, Zerra û Hewrê dom dike. Di navê de deşta Fîsê heye ku gelek biçûk e. Di vê deştê de çandiniya genim tê kirin.

Gundê Fîsê, li başûrê rojavayê Licê li ser riya Amedê 20 km ji Licê dûr e. Gund li başûrê deşta Fîsê hatiye avakirin. Gundekî bejî ye. Fîs bi xerabeyên Daqnanos tê nas kirin. Li ser riya Licê û Amedê qehweya Deşta Fîsê heye. Ciyê sekna rêwiyan e. Xwarinxane û çayxane li wir hene. Partiya Karkerên Kurdistanê jî li gundê Fîsê hatiye damezrandin. Wek îdare Fîs bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50 yî ve li gund dibistan heye. Dewletê navê Ziyaret lê kiriye.

Balicnê, li başûrê rojavayê Licê dikeve û 38 km ji Licê dûr e. Gundekî li sînorê Karazê û Hezroyê ye û bejî ye. Gundî pez û dewar xwedî dikin. Bi kurmancî dipeyîvin. Goma Goçxarê li ser Balicnê ye. Di dema tirkkirinê de navê Balicnê kirine Esenler.

Zerra, li başûrê rojavayê Licê dikeve û 28 km ji Licê dûr e. Gundê Zerê dikeve rojavayê deşta Fîsê. Gundekî bejî ye. Pez û dewar xwedî dikin. Li devera gund nêzîkî ser riya Licê û Amedê newaleke lat heye û axa wê derê şîn û şil e. Ji zemanê berê ve jinên herêmê heta yên navenda Licê vê heriya şîn wek sabûnê bi kar danîn. Bi wê heriya şîn porê xwe dişûştin. Tê gotin ku ev herî porê mirov nerm dike. Ev heriya Zerayê wek sabûna Helebê bi navûdeng e. Mirov dikare bêje ku heta çend sal berî niha jî wê heriya ha şampûana jin û keçan bû. Zera bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Gökçe lê kiriye.

Hûrê, li rojavayê Licê ye, di sînorê Hênê de ye. Gundekî kevn e. Ji dema Hûriyan ve maye û navê xwe ji wir digire. Şopên Hûriyan hîn jî li herêmê hene. Di nawis û şikeftan de mirov rastî gelek wêne û xerabeyên wê demê tê. Gundê Hûrê yê îro gundekî biçûk û bejî ye. Du gomên wê hene. Pez û dewar xwedî dikin. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Gömeç lê kiriye.

Gundên Sîsê, Dêrxust, Cinezûr, Pîrik, Huseynîk û Celkê dikevin başûr û başûrê rojavayê Licê û di navbera Licê û herêmên Pêşêkevir û Fîsê de dimînin.

Sîsê, li başûrê Licê, li qontara çiyê ye û 11 km ji Licê dûr e. Cîranê Dêrxustê ye. Gundekî mezin û avî ye. Gundî çandiniya titûn, firingî, îsot û balîcanan dikin. Dema berê sîsiyan komirên daran çêdikirin û difirotin. Gomên Hinyat, Eloxişo û Babikê li ser in. Sîsê wek birêvebirî bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Ji salên 50î ve dibistan li gund heye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Yolçatı lê kiriye.

Şefiqe Henyatî merivekî welatparêz ekî seyr bû. EW di xizmeta Fhmiyê Bîlal de bû û heta ku Xalê Fehmî wefat kir. Ked û xwêdana ku wi dabû Xale Fehmi, ewlad nadin bave xwe. Xale Sefiq gundi bû û Newxendibu. Keser u hesreta xwendine pe re mabû. Çerçîtî dikir. Pasiye çawa dibe Seid Elciye rehmeti nas dike u dikeve nav Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye. Demek ew tên girtin û li Antalyayê tên dadgeh kirin. Xeribe, kurê wî giliya wan kiribû. Şefiqe Hinyatî hîn li heyate bû, tehta gora xwe bi destê xwe hazir kiribû û ji bo kurê xwe li ser weha nivîsî bû: ”Min nexwend, tu bixwin” Ci siretek giranbuha! Kevire ber sere mezele wi he ji sekinandi ye.

Dêrxust, li başûrê Licê gundê herî nêzîk e û 15 km ji navenda Licê dûr e. Li herêma Licê Dêrxustî bi şerûdî û çovên xwe yên xisûsî tên nas kirin. Gundekî mezin e. Bi navê Goma Binê Merya, Goma Sofî Elî û Goma Sarûxan sê gomê wê heye. Rez û zeviyên Dêrxustiyan gelek in. Xwedî rez û pez in. Gundekî nîv bejî ye. Dêrxust bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Ew jî wek gundê cîranê xwe Sîsê ji salên 50yî ve xwediyê dibistaneke sereta ye. Bi kurmancî diaxivin. Ziyareta Şêx Hesen li Dêrxustê ye. Dewletê navê Dibek lê kiriye.

Cinezûr, li başûrê Licê, cîranê Dêrxustê ye û 17 km ji Licê dûr e. Gundekî bejî ye. Di efsaneya Daknanos de Cinezûr Cehenema Deqnanos e. Di nav teht û zinarên pişt gund de bi dehan nawis hene. Yek ji wan nawisan du tebeqe ye. Dibe ku ew mala mezinê wê demê be.

Rezên Cinezûrê bi nav û deng in. Tiriya Cinezûrê hata zivistanê bi mêwan ve dimîne. Behîvên Cinezûriyan pir in. Cinezûr wek birêvebiriya sîyasî bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Çağdaş lê kiriye.

Pîrik, li başûrê rojavayê Licê ye û 19 km ji Licê dûr e. Gundekî biçûk e. Rezên pîrikê gelek in û li ber çem çend aşên avê hene. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Serince lê kiriye.

Huseynîk, li başûrê rojavayê Licê ye û 18km ji Licê dûr e. Gundekî mezin û bejî ye. Pez û dewar xwedî dikin. Bi navê Goma Çelebî û Goma Hemê Tahar du gomê Huseynîk hene. Bi kurmancî diaxifin. Dewletê navê Arıklı lê kiriye.

Celik, li rojavayê Licê, li ser riya Amedê û 18 km ji Licê dûr e. Gund di bin Zarga Fîsê de ye. Bi navê Goma Hecî Qadê û Goma Gêdûgê Du gomên wê hene. Gundekî avî ye. Firingî û îsotên Celikê bi nav û deng in. Pez û dewar xwedî dikin. Bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50yî ve dibistanek li gund heye. Tirkan navê Güçlü lê kiriye.