Fahrettin Koca
| Minister of Health (d) | |
|---|---|
| dp. | |
Ahmet Demircan (en) | |
| Health minister (en) |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Zanîngeha Stembolê Istanbul University-Cerrahpaşa (en) |
| Pîşe | |
| Partiya siyasî | |
| Malper |
Fahrettin Koca (jdb. 2 Çile 1965) bijîşk û siyasetmedarekî Tirkiyeyê ye ku bi eslê xwe kurd e. Ew Wezîrê Tendurustiyê ya 67em a kabîneya Tirkiyeyê bû.[1]
Jiyana berê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fahrettin Koca di 2ê çileya 1965an de li gundê Omero, Navçeya Qulek, parêzgeha Qonyeyê wek endamê malbateke kurdên Anatolyayê ji dayik bûye. Koca ji eşîra Bekiran e. Wî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Qonyeyê û lîse jî li Bursayê qedandiye. Piştî ku di 1988an de ji Fakulteya Nojdarî ya Zanîngeha Stembolê mezûn bûye dibe nojdar. Wî pisporiya xwe di Beşa Tenduristiya Zarokan û Nexweşiyan de li Fakulteya Nojdariyê ya Cerrahpaşa ya Stembolê qedandiye.
Kariyera wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Koca di 1995an de bûye bijîşkê zarokan. Ew wekê bijîşk û rêveberê bijîşkî li gelek saziyên tenduristiyê kar kiriye.
Koca Serokê Lijneya Bawermendan a Zanîngeha Medipol a Stembolê bû ku di ala 2009an de ji hêla Weqfa Perwerde, Tenduristiyê û Lêkolînê (TESA) ve hatibû damezrandin ku ew serokê damezrîner ê weqfê bû. Di heman demê endamê Saziya Pediatrîkê ya Tirkiyeyê, Komeleya Metabolîzm û Xwarina Zarokan û Komeleya Saziyên Tenduristiyê yên Nexweşxaneyên Taybet (OHSAD) e. Herwiha ew cîgirê serokê Komîteya Perwerdehiyê ya Lijneya Karsaziyê ya Lijneya Têkiliyên Aborî ya Derve (DEİK) û serokê Komeleya Nexweşxaneyên Zanîngehê ye.[2]
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî hilbijartinên giştî yên sala 2018an ku li gorî guhertinên referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê ya 2017an hatin lidarxistin, Koca ji aliyê serokkomar Recep Tayyip Erdoğan ve wekê Wezîrê Tenduristiyê hatibû tayînkirin ku di 10ê tîrmeha sala 2018an de dest bi kar kiribû. Di 2ê tîrmeha sala 2024an Koca ji karê xwe îstifa kiriye û li cihê wî Rêveberê Tenduristiyê ya Parêzgeha Stembolê Kemal Memişoğlu hatibû erkdarkirin.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ McKernan, Bethan (11 adar 2020). "Turkey announces its first case of coronavirus". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 3 hezîran 2025.
- ^ "Sağlık Bakanı Fahrettin Koca kimdir? Yeni bakan Fahrettin Koca kaç yaşında nereli?". aksam.com.tr (bi tirkî). 11 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 3 hezîran 2025.
- ^ "Atama kararları" (PDF). www.resmigazete.gov.tr. Roja gihiştinê 3 hezîran 2025.