Famîleya baqilan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Famîleya baqilan
Mêwa japonî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Filûm: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Fabales
Famîle: Fabaceae
Binefamîle[1]
Cihê ku famîleya baqilan lê:

     Daristanên baranê      Nermhewa      Giya

Famîleya baqilan (navê botanîk Fabaceae) famîleyeke fireh a riwekên kulîlkdar e. Di koma baqilan (Fabales) de cih digire. Piştî famîleya orkîdeyan û famîleya beybûnan sêyem famîleya fireh e.

Li gorî agahiyên fermî (binêre:Royal Botanical Gardens) 730 cins û bêhtirî 19,400 cureyên riwekan hene di vê komê de. Bi hejmara bêhtirî 2,000 cureyan cinsê herî mezin gonî, darcêwî zêdetirî 900 cure, Wesme nêzîkê 700 cure ye. Cinsekî din ê mezin heye ku Crotalaria, xwediyê 600 cure ye û giyaşîrîn jî 500 cure.

Pel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pelê wan bi gelemperî alternatîf û bi hevdu ve ne. Gelek cure xwediyê pelên bi binyateke wisa ne ku moriyan dikişîne xwe û ev morî jî riwekan ji kêzikên giyaxur diparêzin.

Kulîlk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kulîlk bi gelemperî ji pênc pelên çeperê yên pevkelijî û pênc pelên tancikê yên serbest pêk tên. Bi giştî nêremo ne.

Fêkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêkel bi giştî di nava teneyêke de mezin dibe an jî geşedanî dibe. Tene ji fêkiyekî ziwa yê sade pêk tê.

Ra[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser rayên gelek baqilan bakterî hene ku ev nîtrojena serbest a li hewayê digirin û didine nav axê. Bi saya van bakteriyan baqil nîtrojenê ji axê distînin.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "GRIN-CA". Ji orîjînalê di 26 îlon 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 îlon 2002.