Famîleya kundiran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cehik (Cucumis sativus)
(Acanthosicyos horridus)
Ajê nêr (jor) û yê mê (jêr), zebeş

Famîleya kundiran, famîleya dolmikan (Cucurbitaceae), ji koma kundirawayan (Cucurbitales) famîleyekê riwekan e. Ji cihên germ hez dike. 100 cins, 850 cureyên riwekên vê famîleyê hene. Li Kurdistanê çend ji vana digihên, çandiniya kîjanan tê kirin, ne diyar e, lewra statîstîkên Kurdistanê ne di destên kurdan de ne û sazî, dezgehên kurdan jî xwe ji xebatên wiha dûr digirin.

Hin cureyên wê salane, hin jî pirrsalane ne. Giyayên leflefok, lemlemok (ango lem davêje, xijende ye) in, hin ji wan li deviyan digihên.

Cinsên wê yên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cureyên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Simson, M.G. Plant Systematics. Elsevier Academic Pres. California, 2006