Famîleya kakule û zerdeçalan
Famîleya kakule û zerdeçalan, famîleya zencefîlan (Zingiberaceae) famîleyeke riwekan e, di koma zencefîlan (Zingiberales) de cih digire. 52 heya 53 cins, 1200 heya 1300 cureyên vê malbatê hene. Gelek ji riwekên vê malbatê wekî biharbêhn an di bijîşkiya gelêrî de tên bikaranîn. Zencefîl, zerdeçal navdarên vê malbatê ne.
Pirranî li Hindistan, Îndonêzya, başûrê rojhilata Asya û Afrîkayê cihwar in. Navê famîleya Zingiberaceae sala 1820ê ji aliyê Îvan Îvanovîç Martînov ve di Tekhno-Bot. Slovar., 682 û di îlona 1835ê ji aliyê John Lindley ve di Key Bot., 69ê de hatiye dayîn. Navên din ên vê malbatê, Alpiniaceae Link, Amomaceae J.St.-Hil., nom. illeg., Curcumaceae Dum. in.
Sûdwergirtin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji 47 cinsên vê malbatê di bijîşkiyê de sûd tê wergirtin. Hin cureyên wê jî wekî biharat di pêjgehan de tên bikaranîn. Bi taybetî di pêjgeha Asyayê de. Çend jî wekî sebze, selete tên xwarin. Di hilberîna parfûman de herwiha kêrbar in. Baxçevaniyê de gelek endamên vê famîleyê tên naskirin û çandin.
- Çend mînakên bijîşkî, xwarin û biharatê de kêrbar in:
- Alpinia:
- Zencefîla taylandî (Alpinia galanga)
- Hêl, kakule, kajîle:
- Kakuleya reş (Amomum subulatum)
- Amomum testaceum Ridl.
- Boesenbergia:
- Zencefîla çînî yan biharbêhna engişteyî (Boesenbergia rotunda)
- Caulokaempferia:
- Caulokaempferia coenobialis (Hance) K.Larsen: Di bijîşkiya çînî de tê bikaranîn.
- Cautleya:
- Cautleya spicata (J.M.Sm.) Bak.: Kokên wê wekî senze tên xwarin.
- Zerdeçal:
- Zerdeçala zeviyê (Curcuma longa L.)
- Zerdeçala javayî (Curcuma xanthorrhiza Roxb.): Jê derman tê çêkirin.
- Zerdeçala spî (Curcuma zedoaria Rosc.)
- Elettaria:
- Kajîleya kesk (Elletaria cardamomum (L.) Maton)
- Hedychium
- Hedychium coronarium J.König: Gupik û kulilên wê têb xwarin, wekî biharbêhn tên bikaranîn. Kokên wê jî dixwin lê ziyanê didin an nadin, nayê zanîn. Ji vê riwekê rûn jî dertînin û di parmûmeriyê de herwiha cihê wê heye.
- Hedychium gracile Roxb.: Wekî biharbêhn kêrbar e.
- Hedychium spicatum Buch.-Ham.: Fêkiya wê tê xwarin. Kokên wê di parfûmeiyê de bikartînin.
- Kaempferia:
- Kemferiya galanga (Kaempferia galanga)
- Stahlianthus:
- Stahlianthus involucratus (King ex Baker) Craib ex Loes.: Di bijîşkiya çînî de bikar tînin.
- Zerdeçal:
- Zerdeçala gelemperî (Zingiber officinale Rosc.)
- Zingiber purpureum Rosc.: Bijîşkiya çînî de.
- Zencefîla qalik (Zingiber zerumbet)
- Alpinia:
- Di cinsên Alpinia, Cornukaempferia, Curcuma, Etlingera, Globba, Hedychium, Renealmia û Zingiber de hin cure hene ku bo xemlê tên çandin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Famîleya Zencefîlan di APWebsite. (îngilîzî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |