Farisiya Navîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Farsiya navîn hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Farisiya Navîn
𐭯𐭠𐭫𐭮𐭩𐭪 (Pārsīk an Pārsīg)
Welatên lê tê axaftin
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Elfabeya pehlewî, nivîsa avestayî, elfabeya maniyî
Kodên zimanî
ISO 639-2 pal
ISO 639-3 palMacrolanguage
individual codes:
pal – Farisiya Navîn ya Zerduştî ("Pehlewî")
xmn – Farisiya Navîn ya Maniyî (Nivîsteka maniyî)
Linguasphere 58-AAC-ca(Pehlewî)

Farsiya navîn, Partî[1] an jî Sasanî (bi farisî: پارسی میانه‎, lat. Parsi-ye miyane) zimanek ji zimanên kevin yên îranî ye. Ji aliyê dîrokî ve, ev ziman ji sedsala sêyê ya berî zayînê heta sedsala heftê ya piştî zayînê li Îranê li kar bûye. Zimanê berî vî zimanî bi navê farsiya kevnar û zimanê piştî vî zimanî jî bi navê farsiya derî anko farsiya nû dihêt niyasîn. [2]

Du qonaxên diyar di dîroka farisiya navîn da berçav in: Farisiya Eşkaniyan (248ê Berî Îsayî– 224ê Piştî Îsayî) û farisiya sasaniyan (224–651 Piştî Îsayî). Farisiya navîn tevî zimanên kevin ên dî yên îranî yên wekî suxdî, xwarezmî û osetî li kar bûye. Farisiya navîn ya ku li dema emperatorîya Sasaniyan li kar bûye bi navê pehlevî navdar e. Carina ji vî zimanî ra farisiya navîn jî dihate gotin. Lê bi her awayî bit, havilî û wekheviya vî zimanî digel zimanê kurdî, nemaze kurmanciyê gelek ji haviliya wê bi farisî ya îro re zêdetir e. Ev ziman zimanê fermî yê sasaniyan bûye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. ŞUCAÎ, Behroz (2001). "Zimanê partî" (PDF). Kovara Kurmancî. 28: 1, 2. Archived from the original (PDF) on 2020-09-08. Retrieved 2020-09-08.
  2. Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)