Here naverokê

Xîlafeta Fatimiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Fatimî hat beralîkirin)
Xîlafeta Fatimiyan

ٱلْخِلَاْفَة ٱلْفَاطِمِيَّة Erebî

909 – 1170
Nexşeya Fatimîyan di sedsala 11

Al
Agahiyên gelemperî
PaytextQahîre
ZimanErebî
DînIslam
Rêveberî
  • 909-934: Abdullah al-Mahdi Billah
  • 1160-1170: al-Adid
Ya berêYa paşê

Xîlafeta Fatimiyan xîlafetekî misilmanên şiî[1] bû ku navbera salên 909 û 1171an de li Mexrib, Misir û Sûrî serwerî kirine. Piştî dema Elî misilman wek şiî û sunî[2][3] bûne du beş. Piştî vê dabeş bûnê xelîfetiya şiayan bi serkêşiya keça Elî Fatima berdewam kiribû. Piştre jî şia wekê îmamî, îsmaîlî û zaidî dabeş bûne.

Qertê Fatimîyan sedsala 10

Fatimiyên li Misirê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 969an de Fatimiyan Xanedana Ihşîdiyan bin xist û Misir dagir kir. Di 972an de jî xelîfe el-Muiz paytext bire Qehîre û Ziriyan kirine xanedana pardara împeratoriyê.[4]

Ji pê Ebu Tamîn el-Mûîzz Misir kira navenda kargerîye wan heta 978 Filistîn û Sûrî jî dest xwe xist. Di wê demê de wan qontrola Meke û Medîne dest xwe xist û bû serdijwara misilmananê wê deme.

Di dema Fatimiyan de Misirê aborî, çendayî demeke rind dît. Fatimiyan li Misirê Zanîngeha el-Azhar ava kir.

Di dema el-Hekim de, di 1017'an de, li Misir mezhebeke nû yê wek bawer dikir ku Xwedê di el-Hekim de çê bûye der ket. Ji pê re wan wek Durzî hatin navandin.

Di dema xelîfe el-Mustensir de (1036–1094) xelifetiyê dema xweya herî rind dît. Dewletê xakên xwe li Îraqê jî fireh kirin û Îsmaîliyan Bexda di 1059'an de demek kurt dest xwe xist.

Lê ji pê vê belav bûnê re dewlet ji dijwar de ket û lawaz bû. Çiqas Zîriyan li Maxrêb serweriya xwe dewam kir jî Sûrî û Felestîn di 1076'an de derbaza Selçûqiyan bû.

Ji pê Seferên Xaçperestan destpê kir û Quds di Sefera Xaçperest ya Yekem de dest xaçperestan ket re Fatimiyan dijwareke bihêz li hembera xwe dît. Di 1163'an de kargerê ŞamêNûredîn Zengî, arteşek şande Misir û Selahedînê Eyûbî 1171'an de dewleta Fatimî hilweşand û dewleta Xanedana Eyûbiyan[5] demezrand.

Fatimiyên li Mexribe

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsala 9an de Ebdela el-Ekber dest bi pêşengiya Îsmaîliyan kir.[6] Lê wî paşwerên xwe ji bo qedexeyan misyonên xwe veşartî dewam dikirin. Li Îraq, Yemen û Mexribê veşartî mezheba xwe bela dikir. Ji pê wan li Mexribê mezheba xwe nav berberan de belav kir û dijwar dest xwe xistin re wan li Mexribê serweriya xanedana Exlebî ya Ifrîqiyeyê leqand û Ebdela el-Mehdî dewleta Fatimî demezrand. Ebdela el-Mehdî xwe wek xelîfe da zanîn û bajarê bi navê xwe El-Mehdiye ava kir. Di dema el-Mehdî de Sîcîlya, Misir, Cezayêr û Fas hat dagir kirin.

Lê di dema Ebu'l-Qasim el-Qaim (910–934) de Sîcîlya bi piranî şûnda ji dest der ket. Dîsa di dema wî de xarîciyan di serdariya Ebû Yezîd de serîhildan û paytext Mehdiye (al-Mahdiyya) dorpêç kirin.

Di dema Îsmaîl el-Mensûr (946–953) û Ebû Tamîm el-Muiz (953–975) de dewleta şunda hêza xwe kir û bi generalê Cefer es-Siqilî de heta beravên Atlantîk dagir kirin.

Zanîngeha el-Azher (Qahîre)

Kargerên Fatimî li Misirê

Kargerên Fatimî li Mexribê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Ilahiane, Hsain (2004). Ethnicities, Community Making, and Agrarian Change: The Political Ecology of a Moroccan Oasis. University Press of America. p. 43. ISBN 978-0-7618-2876-1.
  2. ^ Daftary, 1990, pp. 144-273, 615-59; Canard, “Fatimids,” pp. 850-62
  3. ^ https://books.google.co.uk/books/content?id=h8BmAAAAMAAJ&pg=PA67&img=1&pgis=1&dq=Kabylia&sig=ACfU3U31Ek2O3b4jr03AK900eC_mlN2CfA&edge=0
  4. ^ Fage, J. D. (1958). An Atlas of African History. E. Arnold. p. 11.
  5. ^ Wintle, Justin (May 2003). History of Islam. London: Rough Guides Ltd. pp. 136–7. ISBN 978-1-84353-018-3.
  6. ^ Studies, American University (Washington, D. C. ) Foreign Area (1979). Algeria, a Country Study. [Department of Defense], Department of the Army. p. 15.