Fawaz Husên

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Fawaz Husên, nivîskar û wergêrekî kurd e.

Fawaz Husên di sala 1953'an de li gundê Kurdoyê ji derdora AmûdêBinxetê hatiye ser dinyayê. Ew ji sala 1978'an heta bi 1992'an li Parîsê li zanîngeha Sorbonneyê dixwîne û di sala 1988'an de dibe doktorê ziman û edebiyata fransî. Fewaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Nivîskar îro (2012) li Parîsê dijî.

Kitêb û werger[biguherîne]

  • Siwarên êşê. Kurteçîrok. Stockholm, weşanxaneya Welat, 1994.
  • Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Albert Camus. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995.
  • Mîrzayê Biçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema A. de Antoine de Saint-Exupéry. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995.
  • Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya Méréalê, 1997.
  • Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, weşanxaneya APEC'ê, 1998.
  • La Poursuite de l’ombre. Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun. Parîs, weşanxaneya Phébusê, 1999.
  • Chroniques boréales. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya L’Harmattanê, 2000.
  • Kurdên Haymanayê. Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, weşanxaneya APEC'ê, 2000.
  • Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2001.
  • Le Fleuve. Çapa nû ya bêrîkê, weşanxaneya Le Rocher / Le Serpent à Plumes : Motifs, 2006.
  • Prof dans une ZEP ordinaire. weşanxaneya Le Rocher / Le Serpent à Plumes, 2006.
  • Les Sables de Mésopotamie. (meha adarê sala 2007). Le Rocher, 2007.
  • En direction du vent. Parîs, weşanxaneya Non Lieu, 2011.
  • Parîsabad. Roman. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2010.
  • Barê Şevê. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2012.
  • Biyanî. Wergera L'Etranger, romana Albert Camus. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2012.

Çavkanî[biguherîne]

  • Fawaz Husên (2012). Barê Şevê. Weşanxaneya Avestayê, Stembol.