Felekedîn Kakeyî
Felekedîn Kakeyî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1943 Kerkûk |
Mirin | 31ê tîrmeha 2013an Hewlêr (Herêma Kurdistanê) |
Pîşe | Nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî û erebî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Felsefe |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Felakedîn Sabîr Kakeyî tê nasîn wek Felekedîn Kakeyî (1943, Kerkûk - 31.07.2013 Hewlêr) pêşmerge, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarekî kurd bû ku di sala 1943an de li bajarê Kerkûkê hatiye ser dinyayê. Endamekî binemala seyîd û şêxên kakeyiyan bû.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1965 de tevlî Bizava Demokrasî ya Kurdî û Erebî bûye, zêdebarî nivîsîna gotarên edebî, gotar ji zimanê kurdî wergerandine zimanê erebî û berevajiya wê.[1]
Ew nivîskar û edîtorê rojnameya Eltaxî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û heta 12em kongreya PDKê endamê komîteya navendî û polîtburoya vê partiyê bû û mirovekî nêzîkî Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bû.
Piştî hilweşîna rejima Sedam, edîtoriya rojnameya El-Taxî ya ku li Iraqê herî zêde dihat firotin kiriye.[2]
Rewşenbîrê kurd Felekedîn Kakeyî di 31ê tîrmeha 2013an de li Pîrmamê çû ber dilovaniya Xwedê.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ḧeleciyat řabûnêkî direwşawe le mêjûy Ḧelacda, Wergêr: Şêrzad Heynî, felsefe, Hewlêr 2014.[3]
- Çirkesatî hoşmendî Wergêr: Şêrzad Heynî, xwepêşvebirin-felsefe, Hewlêr 2014.[4]
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ji malpera Yeketiya Nivîserên Kurd li Dihokê Girêdana arşîvê 2014-09-03 li ser Wayback Machine
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Felekedîn Kakayî wefat kir". Kurdpa.net. Ji orîjînalê di 7 gulan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 tîrmeh 2020.
- ^ "Felekedîn Kakeyî jiyana xwe ji dest da". Diyarname. 31 tîrmeh 2013. Roja gihiştinê 31 tîrmeh 2020.
- ^ "Ḧeleciyat: řabûnêkî direwşawe le mêjûy Ḧelacda". Malpera Kitêbxaneya Stokholmê. Roja gihiştinê 31 tîrmeh 2020.
- ^ "Çirkesatî hoşmendî". Malpera Kitêbxaneya Stokholmê. Roja gihiştinê 31 tîrmeh 2020.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |