Feleknas Uca

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Feleknas Uca
Image dans Infobox.
Nûnera Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (en)
Tirkiye
dp.
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Batman (en)
dp.
Substitute member of the Parliamentary Assembly of the Council of Europe (d)
Tirkiye
-
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Diyarbakır (en)
dp.
Member of the European Parliament
Germany (en) û Partiya Çepgir
-
Member of the European Parliament
Germany (en) û Partiya Çepgir
-
Member of the European Parliament
Germany (en)
-
Jidayikbûn
Hevwelatî
Almanya
Pîşe
Partiyên siyasî
Malper

Feleknas Uca (jdb. 17ê îlona 1976an li Celle), nûnera Partiya Sosyalîzma Demokratîk (PDS) ya Almanyayê li Perlemana Ewropayê ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Feleknas di sala 1976an de li malbateke kurd a êzidî ji Bakurê Kurdistanê li Celle ya Saksonya jêrîn li Almanyayê ji dayik bû. Birayek û şeş xwişkên wê hene.

Wê xwendina xwe ya pîşeyî wekî alîkreka pizişkî qedand û lîseya xwe jî paştir dawî kir.

Feleknas di sala 1999an de, li temenê xwe yê 22 saliyê, wekî nûnera 5ê ji şeş di rêzika neteweyî ya nûnerên Partiya Sosyalîzma Demokrat de ji bo Parlemana Ewropayê hatiye hilbijartin. Di gera 5ê ya Parlemana Ewropayê da (1999 heta 2004an) ew di komîteya ferhengî (kultûrî), perwerdeyî û weşanan û delîveyên wekhev de bû.

Feleknasê pêwendiyeke nêzik digel partî yên çep ên Tirkiyeyê, bi taybetî jî partî yên kurdî, hebûye û bi yek ji piştevanên Leyla Zana tê nasîn. Ew endameke komîteya parlemanî ya hevpişk a Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê bû.

Di hilbijartinên ji bo gera 6ê ya Parlemana Ewropayê (2004 heta 2009an) Feleknas ji pêgeha xwe ya 5ê di lîsteya nûnerên Partiya Sosyalîzma Demokrat de ber bi pêgeha 7ê dakevt û mana wê di Parlemana Ewropayê da kevt ber gefeyan. Lê di wê hilbijartinê de kursiyên nûnerên Partiya Sosyalîzma Demokrat li Parlemanê zêdetir bûn Feleknas karebû li Parlemanê bimîne.

Heta sala 2006an jî Feleknas hêşta nezewicî ye û her li Cellê dijî.

Çalakiyên Wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Endametiya desteka GUE/NGL
  • Komîsyona mafê jinê û derfetên wekhev
  • Endam û koordînatora pêşveçun û xebat û delegasyona hevpişka Tirkiyê
  • Serokcigira destekên havildar yên dijberî nijadperêsiyê û neyartiya biyaniyan
  • Berpirsa darayî ya Partiya Çep (Linkspartei) li Parlamena Ewropayê
  • Berpirsa Partiya Çep li Parlamena Ewropayê ji bo rêkxistina Eyaleta Nordrhein-Westfahlen
  • Ji 1998ê vir da, endama PDS
  • Li gulana 1998ê endametiya rêkxistina Eyaleta Niedersachsenê
  • Yek ji damerezrînerên PDSê li Celle yê Niedersachsenê
  • Ji 1998ê vir ve endama Parlamena Ewropayê

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]