Felsefeya Yewnan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Felsefeya Yewnanî Serdema felsefeya kevnare ya Grekî-Romanî ji sedsala 6an (nêzîkî 585)ê berî Îsa dest pê dike û heya sedsala 6an ya piştî Îsa didomîne. Ew jî bi gelemperî li ser sê serdman tê parvekirin: serdema berî Sokrat, serdema Platon/Eflatûn û Arîstoteles û serdema piştî Arîstoteles yan jî ya helenîstî. Peryodekî çaremîn jî heye ku Platonîya/Eflatûnîya Nû û fîlozofên xiristîyan yên antîka dereng jî digire nav xwe. Bêguman girîngtirîn fîlozofên kevnare yên antîkê yên tesîrdar Plato û Arîsto ne û bi taybetî jî Plato hîmdarê felsefeya rojava tê dîtin.

Bêhtirîn tiştên felsefeya kevnare ya rojava li ser wê ye ku bingeh û prensîpê sazkirin/sazbûn û tevgera cîhan û gerdûnê fêhm bike û pêşveçûna riya aborî, gelşên epîstemolojî/teorîya zanînê û kêmpeydayên cuda bigihîne hev û xwezaya gerdûnê bi îmkanên çê yên pêkanînê û bi zanîneke eseyî biguhêre. Herweha pirsên li ser tiştan ku bi bihîstinê tê nayêgihîştin, mîna hejmar, hêman, tiştên giştî yên objektiv.

Tê gotin ku Sokrates insiyatîfgirê xebata zêde û kolbûna li ser tiştên mirovhizî bûye, ji bilî lêkolînên ku li ser nimûneyên devçengîyê, li ser sedemên xwezaya jîyaneke çê û hêjayîya fahman û ilmê cehd û xebatê, kirîye. Herweha ji bo pêşveçûna têgeha maf û dadê û pêwendîyên wê bi sazûmanên cihê yên sîyasî ve, jî xebitîye.

Fîlozofên wê serdema dêrîn ên navdar[biguherîne]

Binêre[biguherîne]

Fîlozofên deme antîkê ê grekî