Here naverokê

Feqî Huseyn Sağnıç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Feqî Huseyn Sağnıç (Sagniç)
Jidayikbûn1926
Taxa Xorosê, Xîzan, Bedlîs
Mirin2003 (77 Salî)
Tetwan
PîşeWêjevan, zimannas
Zimanê nivîsinêKurdî
Tevgera wejêyîWêjeya kurdî
Berhemên navdar
  • 1. Yûsiv û Zuleyxa, 1998 - ( ji tîpên Erebî tîpguhêzî)
  • 2. Çîrokên Kurdî: Fabl
  • 3. Hêmana Rêzimana Kurdî,
  • 4. Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1
  • 5. Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2
  • 6. Dîroka Wêjeya Kurdî,
biguhêreBelge

Feqî Huseyn[1], Apê Feqî yan jî Feqî Huseyn Sağnıç (1926 - 12ê adara 2003[2]) nivîskar û zimannasê kurd bû.

Feqî Huseyn di 1926an da li Kehniya Mîran ji dayîk bûye. Kehniya Mîran taxekê gundê Xorosê navçeya Hîzanê bajarê Bedlîsê ye. Ew salek piştî bizava Şêx Saîd hatî dinê. Di temenê sê salî de mala wan ji navçeya Xîzanê hatiye navçeya Tetwanê. Dûriya Oranisê li gundê Kûtê bi cih bûye. Wî zarotiya xwe li wî gundî borandiye. Di temenê heyştan da, bavê xwe winda kiriye û sêwî maye. Ji ber xizaniyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin re bûye berxvan. Sala din, ew û birayê xwe yê piçûk bûne gavanên gund. Gavaniyê sê sal li pey hev domandiye. Di wê navberê de wî Quranê xwendiye. Li dawiya sala 1938an da çend rojek ji sersala 1939an ra bimîne, çûye gundê Oranisê li medresa Seydayê (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbihar a Ehmedê Xanî û fiqha erebî kiriye.

Xwendin û feqîtiya wî bi zor çar salan domandiye. Her du birayên wî yên ji wî mezintir, çûne leşkeriyê û bi pêwîstî li şûna wan wî rencberî kiriye. Dûre ew çûye leşkeriyê. Piştî qedana leşkeriyê, di navçeya Tetwanê da rûniştiye. Wan mala xwe jî anîne wir. Ji bo debara xwe bike, dest avêtiye xeradî û çêkirina avayiyan. Piştî xebata çend salek xeradxaneke mezin damezrandiye.

Li ber wan karên xwe yên aborî da, xebatên wî yên ilmî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezheb û olan û hînbûna felsefe metafizîk û diyalektîkî. Hizirîn, raman, peyivîn û gengeşiyên siyasî jî di wan demên keftolefta aborî da bûn. Wî xebatên siyasî tenê bi medresiyan re kiriye. Di wan deman da baweriya bi dibistanan tune ye. Û bi wan ra pêwendî jî çênedikir. Pêwendiyê wî yên pêşî bi dibistaniyan re, li Diyarbekir bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Musa Anter, Yusuf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û bi Mustefa Ekîncî re çêdibe. Ev dîtin û pêwendiyên han, piştî dawiya sala 1959an, di dema rojnameya Îlerî Yurd de bûye û dû ra êdî bi rewşenbîran ra, danûstendinên xwe bi pêş xistiye.

Ji bo raman û hizrên siyasî, sala 1964an bûye revoke. Lê piştre xwe radest kiriye û dikeve zîndana Tetwanê. Di dawiya sala 1965an ji zîndanê derketiye. Di dema revokiya Sagniç de, hin hevalên wî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê damezrandine. Piştî ku ji zîndanê derketiye, bi rêya hevalekî xwe bûye endamê Partiyê. Piştre jî dibe endamê Komîteya Navendî. Di sala 1968an da navenda partiyê û gelek hevalên wî hatine girtin. Dûre gelek caran hatiye girtin û gelek dadgeh lê hatine vekirin.

Feqî Huseyn, di Navenda Çanda Mezopotamyayê da dersên zimanê kurdî daye. Di damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê da cih girtiye. Di kovara Rewşenê da ku kovara Enstîtuyê ye û her wiha di bûltenên Enstîtûyê de, nivîsan nivîsiye. Nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derketine. Her wiha ew bi giranî bi kurdî nivîsiye.

Feqî Huseyn, gelek caran ji ber raman û baweriya xwe ya siyasî û wêjeyî hatiye girtin, di zîndanan da razaye û revok maye. Wek gotarvanê mêhvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên neteweyî û navneteweyî bûye. Di celeb-celeb rojname û kovaran da bi sedan gotar nivisandiye.

Roja 20 ê çiriya paşîn, demjimêr 24.00 li ser komputerê xwînrêja mejî derbas kiriye[çavkanî hewce ye]. Ketiye komayê. 112 roj di komayê da maye. Roja 12 adara 2003ê roja çarşemê serê sibê zû li Stembolê, li Nexweşxaneya Bakirköyê wefat kiriye. Roja 13ê adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stembolê, cenaze birine Tetwanê. Di merasim û teziyan da bi deh hezaran kes bêşdar bûne[çavkanî hewce ye]. Roja 14 adarê piştî nimêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwanê bi tevlîbûna hezaran hatiye definkirin[çavkanî hewce ye].

Berhemên ku hatine weşandin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Yûsiv û Zuleyxa, 1998 (ji tîpên erebî tîpguhêzî)
  2. Çîrokên Kurdî, 1999 (fablên kurdî)
  3. Hêmana Rêzimana Kurdî, 1991
  4. Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1, 1991
  5. Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2, 1992
  6. Portreler, 2000 (bi tirkî, portreyên rewşenbîr û siyasetmedarên ku ne li jiyanê ne)
  7. Dîroka Wêjeya Kurdî, 2002 (700 rûpel, dema di komayê da bû kitêb ji çapê derket. Kitêbê birin ser ciyê wî)

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Zana Farqînî (1996). Hevpeyvîn: Min bawer nedikir ez van rojan bibînim. Azadiya Welat, 31:1996, r. 8-9.
  2. ^ (tr) https://www.ozgurpolitika.com/haberi-kurt-aydinlanmasinda-bir-koprufeqi-huseyin-sagnic-142759[girêdan daimî miriye]