Feqiyê Teyran (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Feqiyê Teyran
Nivîskar Abdusamet Yigit
Şêwe Roman
Ziman Kurdî
Dîrok 2009
Weşanxane Weşanên Han
Rûpel 238
ISBN ISBN 978-3-94040997-34-0

Feqiyê Teyran, navê pirtûka Abdusamet Yigit a. Pirtûka Feqiyê Teyran ku Abdusamet Yigit Nivîsandîya ji pênc bergan[1] pêk tê û bi kurdîya kurmancî ya. Heta Nahaka berga pêşî hatîya weşandin. Jîyan, serpêhatî, jîyangerî û felsefe Feqiyê Teyran, bi pêşketin û pêşveçûnên dema wî re têde bi hev re hunandî dihên ser ziman.: "Romana bi navê Feqiyê Teyran" ya nivîskarê kurd Abdusamet Yigit derket. Yigit di vê xebata xwe de jiyan û xebatên şair û feylesofê nemir yê Kurd Feqiyê Teyran kiriye mijar û her wisa ev berhem ji pênc cildê ava dibe. Romana Feqiyê Teyran, weke romanaka ku bi awa û zimanekî aqadamikî hatîya nivîsandin a. Di derbarê jîyana Feqiyê Teyran de ya. Bi jiyane wî re, dema wî, hizir û ramana wî, awayê têgihiştin û hizirkirina wî jî, mirov jê tê digihê. Dem bi dem jîyane wî têde cih digirê û tê ser ziman. Hizira wî, têde bi felsefe wî re tê ser ziman.

Hizra Feqiyê Teyran, bi awayê wî ku hatiya ser ziman, îro, em bi hemû pêşketina xwe ya dijîn ya demî jî, em nikarin bêjin ku em gihiştina wê ast û rada wê. Ji xwe Nivîskar bixwe jî, wê dibêje. Lê ji wê zêdetir, "bi çav û awireka ku Feqiyê Teyran ji Cizîra Botan dinerê, fikir û ramana wî xwe têde dide der. Bi teybetî, di hizirkirina wî de, awayekî çawa yê bi têgihiştin hebû, mirov wê dibîne. Ji hilm û bêhna romanê, mirov fahm dike ku Feqiyê Teyran, di dema xwe de pirr jî nivîsandîya. Her gotinên wî ku hatina ser ziman, bi zanebûna wî hatina ser ziman.

Bi vê yekê, mirov karê bêje ku Feqiyê Teyran, di hizirkirina xwe de, riyekê dide pêşîya mirov. Nivîskar, bi awayekî pirr vekirî, naxwezê ku bidil bibêje ku ew helbestvanek bû. Bi vê yekê re, van gotinan ji bo wî dii pirtûkê de têne ser ziman. ". ..Ew fîlozofekî mazin yê dema xwe bû. Lê di civatên kurdan de, ji ber ku pirr bi awayekî vekirî, ku lev dirûniştin, jevre bi gotinî û zimanekî helbestgerî ji hev re digotin, êdî ew gotinên wan yên helbestgerî, di aqilan de diman. Ew jî, dibê temenê helbestvaniyekê bi wî re û yên weke wî re." Bi vê gotinê re, Nivîskar dibêje ku divêt ku mirov bi têgihiştina wî hizra wî re wê binav û bêne ser ziman. di pirtûkê de bahse wî ya ku ew çawa navê "Feqiyê Teyran" dihilde jî tê kirin. Ev jî, bi zanebûna wî ve girêdayî tê ser ziman. Bi teybetî, bi dema xwandina wî ya faqatiyê ve girêdayî, bi zanebûna wî ve girêdayî, têne ser ziman. Bi vê yekê re, ji dema jîyane wî ya biçûkatiyê heta ku tê û digihijê dema "balixbûna"a wî, dem bi dem tê ser ziman.

Bi kurtasî jiyane Feqiyê Teyran[biguherîne]

Jîyane feqiyê Teyran, li Herême Çolemêrgê li medresa û gundê Werezezê dest pê dike. Biqasî kui mirov ji pêdeçûan romanê fahm dike ku feqiyê teyran û Meleyê Cizîrî hevdû dîtina. Di demên piştre wê ew rastî hevdû werin. Lê berî wê, di wê dema wî ya biçûkatiyê de, biqasî ku mirov fahmdike, Ew rastî Seyde Hisenê bateyî jî hatiya. Lê zêde çend cih ji vê re ne hatibê veqatandin jî, mirov bi hin gotinna jî bê, rastî wê tê ku bahse wê rastbûna wan tê kirin. Minaq, seydeyê Feqiyê teyran, ku ew jî, weke zaneyekî dema xwe ya, û seydeyî wî yê deme wî ya biçûkatiyê ya, seyde Ahmedê Zivingî, piştî Seydyê Cizîrî duiçê ber dilovaniya xwe ya rehmete xwûdê, êdî ew demekê li dewsa wî cih digirê û ji dewsa wî dide domandin.

Di wê demê de, Feqiyê teyran weke faqayekî ku balix bûya. Êdî ew mazin bûya. Ew dema wî, wê ew biçûna wî ya bi seydeyê re li cem sêxê Îdîrê wê bidawî bibe. Piştre ku ew têne malê, êdî ji malê êdî Feqiyê teyran, wê bidest ketina rê de bike û wê êdî kê ku herê warê zanist û zanyarîyê Cizîra Botan.

Serpêhatiyên ku tên serê Feqiyê Teyran[biguherîne]

Di rêwîtîya feqiyê Teyran ya çûna bi Cizîra bota de, wê du serpêhatîyên ku ser jîyane wî pirr kifşkar bin û ku mirov karê bêje ku wê riya wî ya çûnê ya di jîyanê de jî bidina kifşkirina, wê di dema çûna xwe de werina serê wî. Ev Herdû serpêhatî jî, di qasîde û helbestên wî yên ku heta roja me mana de jî cih girtina.

Serpêhatiya pêşî ya ku ew rastî wî tê[biguherîne]

Serpêhatîya pêşî ya ku tê serê wî, ew di rê de diçê û rastî keçikeke bi navê Dilberê tê. Ev keçik, dema ku ew di riya xwe de tê dahma çiyayê Reş, li wir rastî wê tê. Hingî, Feqiyê Teyran, rastî wî tê, êdî piştre wê naberdê û bi wê re xwe dide naskirin û derdê wê his dike û piştre alîkarî wê dike. Keçik, ku keça mîrekî ye û dilketîya kurmame xwe yê û navê wî Dilşad e, û bi hev re direvin û tên û xwe li begekê ku bi navê Reşit te digirin. Lê Ew Reşit beg, çav berdide wê û dike ku Dilşad bikujê. Piştre ew Dilşadê ku wê hêzê kirîya dikujê û dikê ku bibe xwediyê Keçikê, Dilberê. Lê keçik xwe ji destê wî rizgar dike û direvê û diçê û xwe li çiyayê reş digirê. Lê destê wê ji wir jî nabê ku ew ji wir herê. Ji ber ku Kurmamê wê yê ku wê hêzê dikir li wir e. Êdî keçik, derdê xwe ji Feqiyê Teyran re dibêje ku ew here malê wan û derdê wê û serpêhatiya wê bigihêne bira û bawê wê ku werina bi wê ve. Feqiyê Teyran jî, vê dike. Alî wê dike. Ev serpêhatî, weke ku dsi wê demê de biqasî salên ku feqiyê teyran buhurandina bi ser wî salên wî ve dike. Piştre ew bandûr û tesîra wê keçikê ya li ser wî bû ku bi wî, qasîde û helbesta Ey Dilberê dide afirandin û gotin.

Serpêhatiya duyem ya ku tê serê wî tê[biguherîne]

Ev serpêhatî, piştî ku wê serpêhatîya xwe xilas dibe, êdî ew rastî wê tê û ew tê serê wî. Ew jî, ew a ku ew rastî keşeyekî bi navê Tuma tê. êdî bi hev re wê bi hev re rîwîtîya xwe bidomênin heta ku ew werina Cizîra bota. Di rêya xwe de, ku herdû bi hev re têne pirr deveran û di wan re di buhur in. Feqiyê Teyran, weke yekî ku karê bi teyerikan re bipeyivê jî tê nasin. Di wê demê de, ew ew keşa ku ew hinekî bi hev re dimênin êdî ew kifş dike. Lê Feqiyê Teyran, weke ku naxwezê ku bide der û di xwe de dihêle. Heta ku bi bi hev re tên Cizîra bota, wê bi hev re werina. Li Cizîra bota, wê êdî hin serpêhatîyna din, bi vê ve girêdayî, wê werina serê hevdûyan bi hev re.

Feqiyê Teyran û Felsefe wî[biguherîne]

Ji romanê, mirov fahm dike ku feqiyê teyran, xwediyê têgihiştinaka pirr kur a. Di felsefe xwe de feqiyê teyran, di lêgerinekê de ya. Ev yek, bi gotinî jî, di romanê de bi lev dibe. Di lêgerîneka haqîqetê de ya. Şeklê felsefe wî, bi awayekî ku mirov biaqil re bêne ser ziman, li ser temenê bi aqil nerîn û dîtinê awa ya. "Feqiyê teyran, bawer dike ku mirov karê bi aqilê, xwe bigihêne rastiyên dervî me ku hene". Ev gotin di derbarê têgihiştina wî de di romanê de tê ser ser ziman. Bi nêzîkatîyaka felsefîk, li xweşik axiftinê dinerê. Di wê xalê de, weke ku Êlî Herîrî, bi wî, bi bîra mirov dikeve. Êlî Herîrî, xweşik peyivtin, bi têgihiştin, derxistibû asta felsefeyekê.

Ol û bawerî bi Feqiyê Teyran re[biguherîne]

Feqiyê teyran, di nav civata xwe de, ew weke mirovekî ku bi Aqilê xwe êdî ji xwe buhurandî tê nas în. Navê wî, bi vê yekê, bi rêz û hûrmet tê ser ziman. Nêzîkatîya li şêxekî li wê tê kirin. Ji ber ku wî ji hemû aliyan ve xwe gihandîya wê astê. Ew di derbarê têgihiştin, fikir û Dîroka Olê de, xwediyê zanebûn û têgihiştinaka pirr kûr a. Ew dixwezê ku çi aqil di serê wî de heya bide mirovên li dora xwe ku wan ji nezaneiyê xilas bike. Ew, bi vê yekê, weke ku şer û tekoşînekê bi nezanîya mirov re di deme xwe de dide dest pê kirin. Ew biaqil û bawerî, ol û bawerîya xwe kûr dijî. Li gor wî, "rastî, ji cewherê olê tê." Ew vê yekê jî têne ser ziman. Ji ramanên wî, niviskar, ev aliyê wî derxistiya pêş û xwestîya ku bi mirov de fahm kirin. Vê jî, bi vê gotinê têne ser ziman. " Feqiyê teyran, bi aqil ol û bawerî dijî, û dikir ku wê bi wê rengê bi mirov bide fahm kirin". Têkiliya, di nava aqil û bawerî û olê de, bi teybetî li ser wê sekinînek heya di wê vê xalê de di romanê de.

Feqiyê Teyran bi nirxên xwe re tê berçav[biguherîne]

Di romanê de dibêt ku aliyê herî zêde em li ser bisekin in û bikin fahm bikin jî ev alî ya. Feqiyê Teyran, bi aqil re di nav kevneşopî û çanda xwe de bi têgihiştina wê dijî. Qadr û qiymetê ku ew dide mirov, ew weke pêdivîyeka olê, bawerî, mirovatî û çandî û kevneşopî jî ji xwe re dibîne. Li ser qadrê ku dide mirov pirr disekinê. Di nava civata kurd de, qadr û qymetê mazin û mîran pirr heya. Ew jî, wê qadr û qiymetê, ji danê kêm nakê. Ew jî, wê dide. Bi vê re, em vê bibêjin. Her der û devera ku ew diçiyê de, ew li wir, pêşî, dike ku hewirdorê nas bike. Pêşî, hewl dide ku mirovên dora xwe nas bike û bi wê re û piştre êdî li gor wê fahmkirin û naskirina di serê xwe de êdî tevlî axiftin û danûstandinan dibêt. Di derbarê lêgerînîya feqiyê teyran de, heta roja em gotinên têne gotin hene. Di romanê jî, ev tê ser ziman. Tê gotin ku "ku dihat bawer kirin ku "Teyrê Sîmûrg" ku çiyayê Cûdî dijî, di lêgerîneka di pay wê de bû. Bi vê yekê, Feqiyê teyran, gelek rê qadkirina. Ji aliyê jîyanê û têgihiştinî ve mirov karê bi vê rengê bidomê û hê bêne ser ziman. Lê di derbarê felsefe wî de,. bi teybetî, mirov karê li ser bisekinê û bêne ser ziman.

Teybetmendiya zimanê Feqiyê Teyran[biguherîne]

Feqiyê Teyran, yek wan zane û aqilmendê civata kurd bû. Wî, zimanê xwe yê teybetî yê biaqil afirandîya. Ew zimanê wî, bi rêzanîya xwe re bi gotin û peyvên xwe yên taybet re tê ber mirov. Mirov, karê bêje ku, mirov bi zimanê wî, giramaraka wî ya taybet jî, bi zimanê wî re kifş dike. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bibîne û fahm bike ku Feqiyê teyran, xwediyê sistema xwe ya biaqil û ziman a jî.

Feqiyê Teyran, 1[biguherîne]

Feqiyê Teyran, 2[biguherîne]

Feqiyê Teyran, 3[biguherîne]

Feqiyê Teyran, 4[biguherîne]

Feqiyê Teyran, 5[biguherîne]

Ferhengiya taybet ya zimanê Feqiyê Teyran[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]