Feridun Çelik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ferîdûn Çelîk hat beralîkirin)
Feridun Çelik
Şaredarê Diyarbekirê (d)
-
Ahmet Bilgin (d)
Jidayikbûn
Perwerde
Pîşe

Feridun Çelik, şaredarekî Amedê yê berê ye. Ferîdûn Çelîk di hezîrana sala 1966an de ji dayik bû. Li zanîngeha Amedê fakulta hiqûqê xilas kir. Di navbera salên 1990-1999an de di bin baroya Amedê de parêzertî kir û di heman demê de jî serokê DEP a navçeya navendî a Amedê bû. Di salên 1996 û 1999an de endamê meclîsa partiya HADEPê bû û cîgirtiya serokê giştî yê vê partiyê kir. Ferîdûn çelik di salên 1997-1999an de Serokê HADEP a bajarê Amedê û endamê meclîsa HADEPê bû. Di hilbijartinên nîsan a 1999an de di bin partiya HADEPê de bû namzetê şaredariya Amedê û mîna şaredar hatiye hilbijartin.