Ferîd Xan
Xuyakirin
(Ji Ferîd Han hat beralîkirin)
Ferîd Xan | |
---|---|
Jidayikbûn | |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ferîd Xan (jdb. 1979, Gimgim) helbestvanê kurd e.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ferîd Xan di 7ê tîrmeha 1979an de li gundê Înaqaya ya Gimgimê hate dinyayê. Di 15 saliya xwe de dest bi helbestê kir û 19 salî pirtûka wî ya yekem bi navê Kemana min mîna gundekî digirî hat weşandin. Di sala 2003an de pirtûka wî ya duyem li Stenbolê bi navê Altı Katlı İnsan Kulesi (Barûya Şeşqat a Mirovan) hat çapkirin. Demekê li Almanya Edîtoriya Kovara Amara ya Wêjeyî û Hunerî kiriye. Di Mezopotamya TVyê de programek bi navê Ba û Ka li ser wêje û helbestê amade kir. Ji sala 1994an vir ve li Almanyayê dijî.[1]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kemana min mîna gundekî digirî, Helbest, Weşanên Rewşen, 1999, Bi navê Ferîd Han.
- Altı Katlı İnsan Kulesi (Barûya Şeşqat a Mirovan), Pexşan, Weşanxaneya Elma, bi tirkî, Bi navê Ferit Han, 2003.
- Klîpa Marên Birçî, Helbest, Weşanên Belkîyê, 2006.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Klîpa Marên Birçî, Ferîd Xan, 2006, Weşanên Belkîyê, Rûpel:1