Ferhadê Içmo
Ferhadê Içmo (z. 1960, Qamişlo - m. 8ê xizîrana 2017, Qamişlo[1]) helbestvanekî kurd bû.
Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye muzîkê û di sala 1970î de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye, lê di 29ê tîrmeha 1978an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.
Helbestvan di 8ê xizîrana 2017an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya Xwedê.
Berhem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Lêmişta Zozan, 1988
- Pişti Çi, 1995
- Evîna te, 1998
- Landik I, Helbestên zarokan, 1998
- Pelên Sipî, 2000
- Landik II
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Çend helbestên Ferhadê Içmo Archived 2004-12-06 at the Wayback Machine
- Roka evînê
- Gotareke ser wî Archived 2004-12-20 at the Wayback Machine