Ferhenga Destî (Kurdî bi Kurdî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferhenga Destî ya Umîd Demîrhan

Ferhenga Destî ferhengeke "kurdî bi kurdî" ya Umîd Demîrhan e û çapa wê ya yekemîn di tebaxa 2006an de pêk hat. Lê wisa dixuye ku ferhengsaz Umîd Demîrhan hin kêmasiyên vê çapê dîtine; pêwistî bi berfirehkirin û sererastkirinê dîtiye û lewre bi hin zêdehiyên nû ve çapa duyem amade kiriye. Çapa ferhengê ya duyem û berfireh ji aliyê weşanên Sewadê ve di îlona 2007an de derket û tê de 16 000 peyv hene. Ji bo xurtkirina wateyên peyvan jî bi qasî 1600 gotinên pêşiyan hatine bikaranîn. Di dawiya ferhengê de bîbliyografyayeke nivîsarên li ser zimanê kurdî heye û wisa dixuye ku nivîskarî piraniya çavkaniyên ferhengsaziyê li ber çavan re derbas kirine. Her wiha ebada vê çapa berfireh ji ya kevn mezintir e û ji 496 rûpelan pêk tê. Taybetiya vê ferhengê ew e ku di nav kurdên bakur de ferhenga kurdî bi kurdî ya yekem e.

Hetanî roja îroyîn di nav kurdên bakur de tu kesî dest neavêtibû ferhengeke neteweyî. Lê di tebaxa 2006an de ferhenga yekem a kurdî bi kurdî ya bi navê Ferhenga Destî ji aliyê ziman-nas Umîd Demîrhan ve hatiye amadekirin û ji weşanên Nûbiharê derket. Piştî ku ev çap qediya û di bazarê de nema, çapa wê ya duyem a berfireh jî di nav weşanên Sewadê de derket (Rezber2007).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]