Ferhenga Mustafa Gazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferhenga Mustafa Gazî

Ferhenga Mustafa Gazî ferhengeke kurdî-tirkî ya biçûk e.

Enstîtuya Kurdî ya Amedê di meha tebaxa 2006'an de ferhengeke Kurdî-Tirkî çap kir. Nivîskarê ferhengê Mustafa Gazî ye. Ferheng li ser herêma Qerejdaxê û xebateke taybet e. Ferhenga Mustafa Gazî ji bo enstîtuyên Kurdî, zimanzanan, etîmologan û hwd. nimûneyeke balkêş e. Ferheng sed û heftê rûpel e û tê de ji heft hezarî zêdetir bêje û bi sedan biwêj hene.